Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan : Mesût û Mesrûr Barzanî ji me rica kirin ku hêzeke wan vegere Şengalê.

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN
MESÛT Û MESRÛR BARZANÎ JI ME RICA KIRIN KU HÊZEKE WAN VEGERE ŞENGALÊ

Tevgera Kurd bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû hêvî ji tevahiya cîhanê re.

Hewldanên ji bo reşkirina vê têkoşînê bi ser neket.

Gerîlayên PKK’ê ku di çarçova paradîgma Rêber Apo de tevgeriyan, ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn di heman demê de bi têkoşîna xwe nefesek da tevahiya gelên cîhanê.

Ev prosesa têkoşîna li dijî DAIŞ’ê çawa bi pêş ket.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya yenî Ozgur Polîtîkayê re têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nirxand.

Dema ku gerîla li Şengalê dest li êrişa DAIŞ’ê werda heyeteke Amerîkayê li şengalê bi fermandarê me Egîd Civyan re hevdîtinek kir.

Piştî ku şehîd Egîd dibêje; em gerîlayên PKK’ê ne, ew heyet careke din naçe wê herêmê.

Wê demê Mesut û Mesrur Barzanî bi me re têkilî danîn.

Der barê hebûna gerîla li Şengalê agahî ji me girtin.

Ji me ev rica kirin: “gelo dibe ku hêzeke me jî bi we re li Şengalê be”

Me jî got; dibe. Ji ber derdê me ne ew bû ku em bi tenê li wê derê şer bikin.

Li ser vî esasî PDK’ê hin hêzên xwe şandin herêmê.

Lê gel çi mirovên bi pêşmerge didîtin, li himberî wan nerazîbûn nîşan didan.

Şehîd Egîd Civyan mirovekî netewî bû, bi pîvanên şoreşgeriyê re dilsoz bû.

Wî nehişt ku gel êrişî pêşmergeyan bike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN
XELKÊ DUHOKÊ BANG LI ME DIKIR Û DIXWEST EM DUHOKÊ JÎ BIPARÊZIN

Murat Karayilan bi bîr xist ku di wê demê de DAIŞ ber bi hewlêr û Kerkûkê ve jî diçû û wiha axivî:

Hêzên Başûrê Kurdistanê noqteyên xwe yên kontrolê jî berda bûn.

Me bi otobusan heval rêkirin Hewlêrê, ji wir jî me ew şandin Mexmûrê.

Me hin heval jî bi pîkapan şandin Kerkûkê.

Ji ber metirsiya DAIŞ’ê mirov ji Şêxan û Duhokê hatin li gundên Garê û Metîna bi cih bûn.

Gel ji me dixwest ku em biçin Duhokê jî biparêzin, her roj bang li me dikirin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN
TÊKOŞÎNA GERÎLA LI DIJÎ DAIŞ’Ê MORAL DA PÊŞMERGE Û XELKÊ BAŞÛR JÎ

Murat Karayilan destnîşan kir ku wan ji bo parastina başûrê Kurdistanê bi qedera 4 alay gerîla şandine:

Ji bo Şengalê me destpêkê 2 alay şandin û piştre jî li gorî pêwîstiyê me hêz lê zêde kir.

Bi vî rengî ji Kerkûkê heta Şengalê li dijî pêşveçûna DAÎŞ’ê me çeper danîn.

Di vê navberê de xelkê me yê Başûr û pêşmergeyên ku ev yek dîtin, moral wergirtin.

Divê ev yek jî bê gotin: Hevalên me çûbûn Kampa Mexmûrê li girên li pişt kampê ketibûn çeperan.

Pêşmerge jî li nava bajêr bûn. Lê li hemberî êrişa DAÎŞ’ê 2-3 caran xwe vekişandin.

Piştî ku dîtin em xwe venakişînin, em li wir in, hingî ew jî vegeriyan.

Bi vî rengî berxwedana Mexmûrê bû deriyê bingehîn di parastina Hewlêrê de.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv