Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya navendî ya PKK’ê civîna xwe ya salane li dar xist.

 

“EM Ê HER ROJA 50 SALIYA RÊBERTÎ Û PARTIYÊ BIXIN NEWROZ”
KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Komîteya Navendî ya PKK”ê bi beşdariya 27 endaman civîna xwe ya salane li dar xist.

Encamnameya civînê jî bi daxuyaniyeke nivîskî hat eşkerekirin.

Di encamnameyê de êrişên faşîzma AKP-MHP”ê yên destpêka sala 2021’ê li dijî Garê, Zap, Metîna û Avaşînê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:

Ev êrişa ji bo pelçiqandin û dagirkirinê, bi berxwedana lehengî ya gerîlayan hat şikandin.

Berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya gerîla û li her qadê bi beşdariya gel û dostên me,

Pîlana tinekirin û tasfiyê ya faşîzma AKP-MHP’ê ya bi piştgiriya DYA û PDK’ê parçe kir û têk bir.

Bi vê yekê faşîzma AKP-MHP’ê ket pêvajoya hilweşînê.

KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê CIVÎNA XWE YA SALANE LI DARXIST
PKK: LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN WERE MEZINKIRIN

Di encamnameyê de ji ber vê yekê berxwedana sala 2021’ê hat silavkirin, di serî de gerîla, bang li tevahiya hêzên têkoşînê hat kirin, ku ji her alî ve xwe nû bikin û şerekî bi bandor bikin.

PKK’ê ragihand, ku di civînê de bi berfirehî li ser rewşa Rêber Apo û berxwedana wî ya li dijî tecrîdê jî rawestiya ne.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku şerê herî mezin li Îmraliyê diqewime.

PKK’ê ew hêzên ku tecrîda li dijî Rêber Apo giran kirine hişyar kirin û ev peyam da:

Di civînê de pêwîstî pê hat dîtin, ku têkoşîna topyekûn a li dijî tecrîdê were mezinkirin.

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku kar û xebatên îdeolojîk, rewşa leşkerî û siyasî bi berfirehî hatine nîqaşkirin.

PKK’ê da zanîn, ku faşîzm, mêhtîngeriya qirker a AKP-MHP”ê bi piştgiriya PDK”ê li ser piyan dimîne û girîngiya têkoşîna li dijî xeta xiyanetê hat destnîşankirin.

Di encamnameyê de têkoşîna li dij faşîzma AKP-MHP’ê weke têkoşîna herî şoreşger a roja me hat binavkirin.

Her wiha bang li rêveberiyên Iraq, Îran û Sûrî hat kirin, ku ji bo çareseriya doza Kurd berê xwe bidin çareseriya demokratîk.

PKK’ê berxwedan û têkoşîna gelên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li dijî DAIŞ’ê û komên din ên çete jî pîroz kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku wan pîlana xebatê û têkoşînê ya dema nû bi guhertina rêbazên rêxistinî û rêveberiyê diyar kiriye.

Herî dawî jî ev peyam hat dayîn:

KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê CIVÎNA XWE YA SALANE LI DARXIST
PKK: BI 8’Ê ADARÊ Û NEWROZÊ WÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ XWE BIGIHÎNE LUTKEYEKE NÛ

Pir zelal e, ku bi civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê, Tevgera Azadiyê û gelê me ji bo sala nû ya têkoşînê rêxistinkirî û amade ye.

Wê têkoşîna xwe ya hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, şikandina tecrîda li Îmraliyê, azadkirina Kurdistanê bi awayekî rêxistinkirî û xurttir li ser xeta serfiraziyê bi bandor bimeşîne.

Ji bo vê yekê wê dijminên xwe zêdetir tecrîd bike û dostên xwe jî zêdetir li hev bicivîne.

Wê têkoşîan li dijî Komploya 15’ê Sibatê mezin bike.

Bi 8’ê Adarê û Newrozê, wê di têkoşînê de xwe bigihîne lutkeyeke nû.

Wê her roja 50 saliya Rêbertî û partiyê, bixe Newroz û vê salê veguherîne sala têkoşîna herî xurt û serfiraziya herî mezin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv