Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’

Ji roja pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û vir ve bi dehan kadroyên PKK’ê û dîsa jin, ciwan û welatparêzên Kurd bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir û şehîd bûn.

Di destpêkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an a dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 100 kesî bedena xwe da ber agir û şehîd bûn.

Gava vê ya yekem a bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ M. Halît Oral li Girtîgeha Mereşê 9’ê Cotmeha 1999’an bedena xwe da ber agir. Piştî vê çalakiyê di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê û Ewropa, Rûsya û Kafkasan ji 100’î zêdetir mirovî bedena xwe da ber êgir. Salên piştî wê çalakiyên xweşewitandinê, nexasim di salvgera komployê de û dema ku tecrîda li ser Imraliyê girantir bû û agahî ji Rêberê Gelê Kurd nehat, pêk hatin. Li gorî lêkolîna ANF’ê heta niha di van çalakiyan de 58 kes şehîd bûne.

M. HALÎT ORAL

M. Halît Oral 1971’an li Mehsertê ya Mêrdînê jidayik bû, hê dema 7 salî bû malbatê koçî Skenderûnê kir. Oral 1992’an tevlî nav xebatên rêxistiniyê bû û piştre dema ku wê biçûya qada Rojhilata Navîn ku Rêberê Gelê Kurd lê dima 4’ê Gulana 1994’an hêsîr ket. 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Oral hate birîn.

Oral pêvajoya komployê ku 1’ê Cotmeha 1998’an destpê kirî ji nêz ve dişopand. Oral 8’ê Cotmehê di civînekê de ya li gel hevalên xwe yên girtî yê PKK’yî got: “Êrîşeke giran li ser Rêbertiya me heye, divê tiştin werin kirin, ez pir lê hûr dibim lê bi teqezî divê tiştin werin kirin lê çi?”, eynî şevê biryar li ser çalakiya xwe da.

M. Halît Oral 9’ê Cotmeha 1999’an çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ pêk anî, bi dirûşmeyên ”Bijî Serok Apo”.

Oral beriya ku şehîd bibe nameyek li pey xwe hişt. Di maneyê de ku xîtabî Rêberê Gelê Kurd dikir wiha digot: ”Hêrsa min, kîn û tolhildana min pir mezin e. Lê di zindanê de vê nikarim ji dijmin derxînim. Bi vê çalakiya xwe careke dî dixwazim dilsoziya xwe ya li cenabe te careke dî nîşan bidim. Û bi vê çalakiya xwe dixwazim kîn, hêrs û nefreta xwe li bara dijmin nîşan bidim. Û dîsa dixwazim tolê hilînim. Ez negihaştim wê şerefê ku cenabe te bibînim. Lê her demê di dilê xwe de te hîs dikim. Bêguman çalakiya min wê bi TC’ê gav nede avêtin. Lê wê vê bibînin, heke ziyaneke biçûk were ser te, hemû gelê me wê cîhanê li wan bike zindan. Ji ber ku heke li vê cîhanê navê me tê hildan û me bi tiştekî dihesibînin, ev bi temamî bi ked û hewldana we ya mezin e.”

MÛRAT KAYA-MEHMET GUL

Piştî M. Halît Oral, 18’ê Cotmeha 1998’an Murat Kaya ku li girtîgeha Bartinê girtî bû, 19’ê Cotmeha 1998’an Mehmet Gul ê li girtîgeha Amasyayê çalakiya, ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’kirin.

Ji bo Rêberê Gelê Kurd êdî ne tenê kadro û pêşengên PKK’ê, her wiha ciwan, jin û kesên ixtiyar ên Kurd ên welatparêz jî tevlî dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bûn.

CEMÎL ATEŞ

Di 13’ê Mijdara 1998’an de Cemîl Ateş ji bo Rêber APO agir berda laşê xwe, Mîrza Çubukçu yê emrê wî ji 60 salî zêdetir bû bedena xwe ji bo rojiya mirinê da razandin.

AYNÛR YEŞÎL

Aynur Yaşli di 30’ê Adara 2006’an de bedena xwe da ber agir. Ji bo protestokirina 14 gerîlayên ku li Muş’ê hat qetilkirin û piştra terora dewletê ku li hemberî serhilanên Amed, Elih û Mêrdînê destpêkir hat pêkanîn, çalakiya xwe pêk anî.

VEYSÎ KAYA

Veysî Kaya ya ji gelê Ereb, di 28’ê Sibata 2006’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber APO bedenê xwe da ber agir.

SÎRWAN REÛF

Li Başûrê Kurdistanê Hûnermend Sîrwan Reûf 17’ê Sibata 1999’an piştî bihîstina girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dide ber agir û şehîd dibe. Dema li nexweşxanê li ser çalakiya xwe vê dibêje: “Li ser rûyê erdê ez xwe weke kesê herî bi bextewer dibînim û ji bo Rêber Apo û gelê xwe weke karek herî biçûk dibînim. Tenduristiya min jî baş e û baş jî dibe.”

BULENT BAYRAM

Rêheval Bulent Bayram di 22’ê Cotmeha 1998’an de li xindana Semsûrê bedena xwe da ber agir. Di nameya xwe ya li pişt xwe hiştibû de wiha digot: “Li şûna hilbijartina mirinek hêsan, ez dizanim ku bi çalakiyek bi vê rengê ezê ji eniya zindanan darbeyek mezin li dijmin bixim. Girêdanbûn û baweriya min, berê min dide vê çalakiyê. Berxwedêrên 14’ê Tirmehê, rêheval Zîlan, Sema, Fîkrî û Halît Oral vêya emir dikin. Ez dixwazim bi çalakiya xwe nîşan bidim ku ez şopdarekî wan im û girêdanbûna xwe ya li hemberî wan qîr bikim. Ez ê jî bi gihiştina xeta Rêbertî û rastiya şehîdan, bersiva êrişên tûnekirinê yên dijmin bidim. Bi qasî ku bersiva min li hemberî dagirkeriyê ye, li hemberî îxanetê ye jî.”

MERAL KAŞOTURACAK-CENET GUNEŞ-AYSEL CEYLAN-AZÎME ÎNAN-REMZIYE ZENGÎN-GULÎSTAN TAŞ-ZEHRA RIZGAR

Meral Kaşoturacak di 20’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Çanakkale, Cennet Guneş di 24’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha Entebê, Aysel Ceylan di 24’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Sakarya, Azîme Înan di 16’ê Mijdara 1998’an de li Girtîgeha Elihê, Remziye Zengîn di 16’ê Mijdara 1998’an de li girtîgeha Elihê, Gulîstan Taş di 16’ê Kanûna 1998’an de li girtîgeha Elihê, Zehra Rizgar di 27’ê Mijdara 1998’an de li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bedena xwe dan ber agir.

HUKMIYE SEYHAN

Hukmiye Seyhan, di Kanûna 1999’an de bedena xwe da ber agir. Di nameya xwe de ji bo gelê Kurd cih da van gotinan: “Bi salan e we ê û azarên mezin jiyan kir. Hûn bi dagirkeriyek dijwar re rû bi rû man. Êşên bê welatî, tûnebûn, koçberiyê we jiyan kir. Li Kurdistana dergûşa mirovahiyê we singa xwe ji zehmetiyên herî bê eman ê dîrokê re vekir. Bi komploya ku li hemberî Rêber Apo yê hûn cara destpêkê dibin xwediyê rêberek wisa hat pêkanîn, hat xwestin ku hûn bê Rêber bimînin. Derdorên emperyalîst û paşverû yên bi komploya navnetewî Rêbertiya me, Rêber Apo ku li dijî jiyana kevin a koletiya Kurdan derket û rê nîşan da, teslîmî Tirkiye kirin; rûxmê ku di dîrokê de cara ewilî rêya me ronî bû, xwestin di şexsê Rêber Apo de pêşeroja me tarî bikin. Ew Roja me ye.”

CEMÎL OZALP-HATÎCE FALAY

13’ê Mijdara 1998’An Erdal Çeken ê ku li girtîgeha Mêrdînê girtîbû, 27’ê Mijdara 1998’an Cemîl Ozalp, 13’ê Kanûnê Hatîce Falay a 55 salî ji wan welatparêzan bûn ku çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’pêk anîn û li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd helwesta xwe nîşan dan.

MEHMET AYDIN

Mehmet Aydin ku 13’ê Mijdara 1998’an bedena xwe dayî ber êgir û şehîd bûyî di nameyê de wiha xîrab li Rêberê Gelê Kurd dikir: ”Deqeyeke bêyî Apo ji bo PKK’ê, ji bo me tê çi maneyê ji 9’ê Cotmehê û wir ve difikirim. Encamên ku ez gihaştimê pir kambax bûn. Hêzên tarî ji bo ku bi vê dizanin hûn kirine navenda êrîşên xwe de. Hûn yekîtiya me, sedema bûyina me, ne. Sedema van êrîşan ev e.”

EVRÎM DEMÎR-NAZELÎN KORKUT

Çalakiyên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin, bi giştî di pêvajoya tecrîda Îmralî de berdewam kir. Di 18’ê Tirmeha 2011’an de Evrîm Demîr a 18 salî û di 15’ê Sibata 2018’an de li Konak a Îzmîrê Nazelîn Korkut ji bo bersivdayîna komploya navnetewî bedena xwe dan ber agir.

REMZIYE AKKÛŞ-AHMET YILDIRIM

17’ê Mijdara 1998’an Remzî Akkûş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Tayhan) li paytexta Rûsya Moskovayê li ber avahiya parlamentoyê bedena xwe dane ber agir. Çalakiya du ciwanan ku bedena wan bûbû mîna gilokên agir di qenelên televizyonên cîhanî de kêlî bi kêlî hate weşandin. Ev çalakî ji bo çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bû xeleke guherînê, hemû cîhanê dît ku gelê Kurd ji bo ku li Ocalan xwedî derkeve dikare çi bike.

SERPÎL POLAT

17’ê Sibata 1999’an Endama Rûmetê ya Yekîneya Propagandaya Çekdar a Marksîst-Lenînîst Serpîl Polat li girtîgeha Sakarayê bedena xwe da ber êgir û şehîd bû. Polat di nameyê de ku li pey xwe hişt wiha behsa çalakiya xwe kir: ”Ez êrîşa emperyalîzmê, ya olîgarşiyê ya di şexsê Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan de li ser gelan, bi taybet li ser gelê Kurd şermezar dikim, bi diyakirina Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan nikare were darizandin hêrsa xwe ya mezin bi agirê bedena xwe li dijî dijmin nîşan didim.”

ROJNAMEVAN MAHMÛT YENER- NESRÎN TEKE-ASLAN ESEN

Destpêka salên 2000’î ciwan tevlî çalakiyên ”Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”. Mînak havîna sala 2000’î sê ciwanên xebatkarên çapemeniyê çalakî kirin. Nûçegihanê 21 salî yê Ozgur Halkê Mahmût Yener ku li Zanîngeha Dîcle dixwend, Nûnera Ozgur Halkê ya Amedê Nesrîn Teke û nûçegihana Ozgur Halkê ya Izmîrê Esen Aslan bedena xwe da ber êgir û şehîd bûn.

SERDAR ARI

Jin, ciwan, şoreşger û welatparêzên Kurd li dora Rêberê Gelê Kurd xeleke dî jî çêkirin. Çalakiya pêşî ya pêla ku şikandina tecrîdê dayî ber xwe 25’ê Cotmeha 2005’an Serdar Ari da destpêkirin. Ari di nameya xwe de ku li pey xwe hiştibû, wiha xîtabî Abdullah Ocalan dikir: ”Bi tecrîda îmhakirinê ya ku li ser cenabe wê tê danîn, tê xwestin ku gelê me û gelan dîsa kole bikin. Dixwazin ev qas nirxê ku we afirandî bi carekê re tine bikin. Lê ne pêkan e ku em vê qebûl bikin û berdêla xwe çi didbe bila bibe em ê qebûl nekin. Ev 21 heftî ne ku em ti agahihê ji we nastînin. Ev jî fikarê bi me dide çêdikirin û hêrsa me radike.

Piştî ku pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Imraliyê girantir bû 1’ê Sibata 2006’an Endama Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê û YJA Starê Viyan Soran li Heftanînê bedena xwe da ber êgir. Viyan Soran di nameyê de ku xîtabî Rêberê Gelê Kurd dikir wiha digot: ”Her şeva 15’ê Sibatê dilê Mazlûm Dogan, Zekiya Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fikrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran hevrêyên min ên şehîd di dilê min de lêdide. Dirûşma wan a ”Bijî Serok Apo’ her dem di dilê min de lêdide. Dibe ku hûn çalakiya min qebûl nekin û rexne bikn. Lê em ji we hîn bûne, bêyî berdêl azadî nabe.”

VIYAN SORAN

Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) di 1’ê Sibata 2006’an de li hemberî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelan Rêber APO hat pêkanîn û bi vê awayê hat xwestin li ser gelê Kurd polîtîqayên qirkirinê were ferzkirin, bedena xwe da ber agir. Rêheval Viyan a Endamê Meclîsa HPG û YJA-Star’ê di nameya xwe de cih da van gotinan: “Dibe ku hûn bi gotina ‘te çima çalakiyek wisa pêk anî’ min rexne bikin, an jî dibe ku Rêber Apo çalakiyek bi vê rengê qebûl neke… Di her şeva 15’ê Sibatê de, dilê rêheval Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran şehîdan bi min re lê dide. Diruşmeya wan a ‘Bijî Serok Apo’ her tim di dilê min de lê dide. Dibe ku hûn çalakiya min rexne bikin û qebûl nekin. Lê em ji we fêrbûn ku, bêyî bedel were dayîn azadî nayê bidesxistin.”

JINA YEWNAN ELEFTERYA FORTULAKÎ

Piştî çalakiya Viyan Soran bi 2 mehan 24’ê Adara 2006’an dosteke Kurdan, jineke Yewnan Elefteriya Fortulakî li Atînayê bedena xwe da ber êgir û komplo şermezar kir. Fortulakî ya ku dayika du zarokan bû, di nameyê de ku li pey xwe hiştî wiha digot: ”Slav li hemû şehîdên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê hinekî bi derengî, weke Zekiya Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel ku çalakiyên mezin kirin. Biryardariya wan gelê Kurd û Kurdistan berz kir. Dîroka Kurdan mezin kir. Ez hurmetê didim we û didim kesên ku weke we ji bo Kurdistanê têdikoişn. Ti Kes Nikare Roja Me Tarî Bike! Azadiya gelê Kurd û Serok Apo, azadiya hemû gelên cîhanê ye. Bijî xwîşk û biratiya gelan.”

EBÛ MUSLUM DOGAN

Di salvgera komployê de çalakiyên xweşewitandinê pir pêk hatin, weke nîşaneya xwedîderketina li Rêber Apo, nexasim şehîdbûna hin ciwanan bandoreke kûr li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Piştî şehîdbûna Ebû Muslum Dogan ê 18 salî yê ji Meletî ku xwendekarê Lîseya Fenê ya Semsûrê bû, Rêberê Gelê Kurd ev daxuyanî da: ”Li ser hevalê ciwan ê ji Meletî ku xwe şewitandî, li ser Ebû Muslum Dogan dixwazim tiştekî bibêjim. Berê min rexne li Kurdbûna Meletî anîbû, rexneyên tund. Lê di şexsê vî hevalê ciwan û Zeynep Kinacî de dixwazim nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta Kurdatiya Meletî ne. Ez bixwe jî li ber van hevalan xwe kêm û berpirs hîs dikim. Berê min li dengê Zeynep Kinacî jî guhdarî kiribû. Bi min, ji bo van hevalan li Meletî divê bîrdariyeke were danîn. Kurdên Meletî divê vê kesayatiya berz a van hevalan, bîranîna van hevalan bide jiyîn.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser domandina çalakiyên xweşewitandinê 19’ê Mijdara 1998’an ev peyam da: ”Van rojên dawî çalakiyên xweşewitandinê didomin, herî dawî li girtîgehan heşt, li Rûsyayê du (ku yek ji van şehîd bû), li Elmanya yek û îro jî li Romayê hevalekî me yê pir hêja bedena xwe da ber agir. Nexasim li ser vê çalakiya li Romayê ku pir dilgermî em lê têne pêşwazîkirin dixwazim bang li gelê me bikin, ez dixwazim bi teqezî û demildest dawî li wan çalakiyan were anîn ku bi rengê xweşewitandinê dawî li jiyana xwe tînin.

Ez dilsoziya bi me û vê lehengiyê bi hemû hebûna xwe slav dikim. Lê ez bi rengê talîmatê diyar dikim, kesên ku dilsozê me ne, ji niha û pê de divê bi teqezî van çalakiyên wiha nekin, demildest dawî li van çalakiyan bînin. Ez ji her alî ve baş im, biryardariya me coşiyê dide min û em mizgînî didin ku azadî nêzîk e. Bi vê bingehê, bi baweriya van çalakiyên ku me xemgîn dikin ku pê dawî li jiyana xwe tînin êdî dubare nebin we hemûyan jidil û bi hezkirin silav dikim.”

67 KESÎ BEDENA XWE DA BER AGIR

Ji pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê destpê kir heta 15’ê Sibata 1999’an dîlgirtina Rêber Apo li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên Ewropayê 67 kesî bedena xwe da ber agir.

SERXWEBÛN: 22 ŞEHÎD

Li gorî agahiyên rojnameya Serxwebûnê ku 2001’ê ya ”Albûma Şehîdên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, ji van 22 jê şehîd bûn. Lê texmîn ew e ku hijmar zêdetir be, nexasim li Rojhilatê kurdistanê ji ber sansûra dewleta Îranê çalakiya gelek kesan derbasî qeydan nebû.

YÊN BEDENA XWE DANE BER AGIR Û ŞEHÎD BÛNE

MEHMET HALÎT ORAL:

9’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha li Gurgumê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MEHMET GUL:

19’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Manîsayê bedena xwe da ber agir 27’ê Cotmeha 1998’an şehîd bû.

BULENT BAYRAM:

21’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Semsûrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ALÎ AYDIN:

21’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Bartinê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

SÎRWAN REÛF:

Li Başûrê Kurdistanê Hûnermend Sîrwan Reûf 17’ê Sibata 1999’an piştî bihîstina girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dide ber agir û şehîd dibe.

HASAN ÎSA HASAN:

22’yê Cotmeha 1998’an li Qamişloyê bedena xwe da ber agir, 25’ê Cotmeha 1998’an şehîd bû.

SELAMET MENTEŞ:

23’yê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir şehîd bû.

AYNÛR ARTAN (ROTÎNDA):

23’yê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MÎRZE SEVÎMLÎ:

26’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Erziromê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

BERZAN OZTURK (MÛRAT):

1’ê Midara 1998’an li girtîgeheke ya bajarê Stammheîm a Elmanyayê bedena xwe da ber agir, 4’ê Çileya 1999’an şehîd bû.

MEHMET AYDIN:

13’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ERDAL ÇEKEN:

14’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Midyadê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

KADRÎ ÎLHAN:

16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Sêrtê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ADNAN KARATAŞ:

17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

AHMET YILDIRIM:

17’ê Midara 1998’an li Moskovayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

REMZÎ AKKÛŞ:

17’ê Mijdara 1998’an li Moskovayê Bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

EMRÛLLAH DAMLACI (SEYÎT BAYRAM):

18’ê Mijdara 1998’an li Dêrikê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

CEMÎL OZALP:

27’ê Mijdara 1998’an li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MÎRZA ÇÛBÛKÇÛ:

27’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Êlihê piştî Rojiya Mirinê şehîd bû.

YAVÛZ GUZEL:

30’ê Mijdara 1998’an li girtîgeheke ya Bartinê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

HATÎCE FALAY:

13’ê Kanûna 1998’an li Bagcilar a Stenbolê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

TAYLAN OZGUR KAHRAMAN:

21’ê Kanûna 1998’an li Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MAZLÛM ONCEL:

16’ê Sibata 1999’an li girtîgeheke ya Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

KAHRAMAN DENLÎ:

16’ê sibata 1999’an li ser sûrên Amedê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîr kir û agir berda bedena xwe, 10 roj piştre li Nexweşxanaeya Nimûne ya Edene ya Gordugu şehîd bû.

SERPÎL POLAT:

17’ê Sibata 1999’an li girtîgeheke ya Sakaryayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

NEZAHAT BARACI (ŞEHRÎSTAN BOTAN):

20’ê Adara 1999’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MÛRAT YEŞÎLGOZ

8’ê Tebaxa 1999’an li girtîgehek ya Amasyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

YAVÛZ GUZEL:

30’ê Mijdara 1999’an li girtîgehek ya Bartinê bedena xwe daye ber agir û şehîd bû.

HUKMÎYE SEYHAN (RÛKEN BERÎTAN):

23’yê Kanûna 1999’an li Rûsyayê bedena xwe daye ber agir û şehîd bû.

MAHMÛT YENER:

22’yê Hezîrana 2000’î li Amedê bedena xwe da ber agir, 8’ê Tîrmeha 2000’î li nexweşxaneyê şehîd bû.

NESRÎN TEKE:

9’ê Tîrmeha 2000’î li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ESEN ASLAN:

3’yê Tebaxa 2000’î li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ERDOGAN KAHRAMAN (YEKTA):

28’ê Adara 2004’ê li Qamişlo bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

SERDAR ARI:

25’ê Cotmeha 2005’an li girtîgeheke ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

FATOŞ SAGLAMGOZ (SEMA):

11’ê Mijdara 2003’an li Qada Gûstaf Adolf a Goteborg a Swêdê  bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

AYNÛR YAŞLI:

30’ê Adara 2006’ê li Antalyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

LEYLA WALÎ HASAN (VIYAN SORAN):

1’ê Sibata 2006’an li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bedana xwe da ber agir û şehîd bû.

VEYSÎ KAYA:

28’ê Sibata 2006’ê li Edeneyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ELEFTERÎYA FORTÛLAKÎ:

24’ê Adara 2006’ê li paytexta Yewnanistan Atînayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

EBÛ MUSLUM DOGAN:

15’ê Sibata 20010’ê li Semsûrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MÛSTAFA MALÇOK:

15’ê Sibata 2011’an li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

EVRÎM DEMÎR:

14’ê Tîrmeha 2011’an li navçeya Kopê ya Mûşê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

FIRAT ÎZGÎN:

12’ê Kanûna 2011’an li navçeya Midyad a Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MEHMET ŞERÎF SAKLI:

4’ê Hezîrana 2012’an li navçeya Mûdayana ya Bûrsayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MEHMET YALÇIN:

1’ê Tebaxa 2012’an li navçeya Qoser a Mêrdînê li pêşiya Qesra Edliyeyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

SERDAL YEKTAŞ:

9’ê Cotmeha 2012’an li Rihayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ABDÛLKADÎR ATÎLLA:

11’ê Adara 2012’an li taxa Gulbahçe ya Seyhan a Edeneyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MAHSÛN OZEN:

22’yê Kanûna 2012’an li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

NAZELÎN KORKÛT:

14’ê Sibata 2018’an li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

HADÎKA DOGRÛ (HEVÎDAR SERHED):

15’ê Sibata 2016’an li Kobanê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

UMÎT ACAR:

27’ê Îlona 2018’an li bajarê Munîh ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

YONCA AKICI:

9’ê Adara 2019’an li girtîgeha Şakranê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ZULKUF GEZEN:

17’Ê Adara 2019’an li girtîgeha Tekîrdagê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ÛGÛR ŞAKAR:

22’yê Adara 2019’an li bajarê Krefeld a Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehdî bû.

AYTEN BEÇET:

23’yê Adara 2019’an li girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ZEHRA SAGLAM:

24’ê Adara 2019’an li girtîgeha Oltuyê bedena xwe da ber agir û şehdî bû.

MEDYA ÇINAR:

25’ê Adara 2019’an li girtîgeha Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

SÎRAÇ YUKSEK:

2’yê Nîsana 2019’an li girtîgeha Osmaniye bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MAHSÛM PAMAY:

5’ê Nîsana 2019’an li girtîgeha Xarpêtê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

KESÊN DI NAVBERA SALÊN 1998-1999’AN DE AGIR BERDANE BEDENA XWE Û BIRÎNDAR BÛNE

MÛRAT KAYA: 18’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Bartin
MERAL KAŞOTÛRACAK: 20’ê Kanûna 1998’an li girtîgeha Çanakkaleye
ÎSMET ÎNANÇ: 22’yê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Yozgat
FETTAH KARATAŞ: 22’yê Cotmeha 1998’an li Amed
MEHMET BAGRIYANIK: 23’yê Cotmeha 1998’an, girtigeha ElbÎstan
CENNET GUNEŞ: 24’ê Cotmeha 1998’an girtîgeha Dîlok
SEYRÎ ÎPEK: 24’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Skarya
AYSEL CEYLAN: 24’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Skarya
SAMET OKTAY: 24’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Konya
MUSLUM MÛHAMMET: 26’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Dîlok
KENAN KARAHASANOGLÛ: 26’ê Cotmeha 1998’an li Erzirom
ABBAS SERTKAYA: 14’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Umraniye
ÎSMET AKAY: 14’ê Mijdara 1998’an li Girtîgeha Semsûr
MÛHYETTÎN SEVÎMLÎ: 15’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Amed
OMER ŞEN: 15’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Umraniye
ADNAN OZCAN: 15’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Bûrsayê
SIRACETTÎN HASSAS: 16’ê Cotmeha 1998’an li girtîgeha Bûrsay
RAMAZAN MALKOÇ: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Umraniye
AZÎME ÎNAN: 16’ê Mijdara 1998’an li Girtîgeha Êlih
REMZÎYE ZENGÎN: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Êlih
ÎDRÎS BAŞARAN: 16 ‘ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Ceyhan
HANÎFÎ KÛZÛ: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Sêrt
HAMDÛLLAH DAŞÇI: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Mêrdîn
ALÎ ERBEK: 16’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Mêrdînê
MÛSTAFA ŞAHÎN: 16’ê Mijdara 1998’an li Elmanya
MEHMET TÛRGAY: 17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Konya
ZEYNÎ ARAP: 17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Dîlok
RAMAZAN ADIBELLÎ: 17’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Konya
SULEYMAN GULTEKÎN: 18’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Trabzonê
SEYÎT BAYRAM: 18’ê Mijdara 1998’an li Dêrik
ZULKÎF YILMAZ: 18’ê Mijdara 1998’an li Roja  Kasım 1998, Roma
FETÎYE ABDÛLLAH: 18’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Meletî
OSMAN TÎNÎT: 18’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Meletî
FAZIL SULUK: 19’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Dîlokê
HALÎL AKINCI: 19’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Bûrsa
CENGÎZ KAYA: 19’ê Mijdara 1998’an li girtîgeha Agrî
ZEHRA RIZGAR: 27’ê Mijdara 1998’an li Rojhilatê Kurdistanê
NÛRÎ ACAR: 27’ê Mijara 1998’an li girtîgeha Ordu
CEMÎL OZALP: 27’ê Mijdara 1998’an li Amed
MÎRZA ÇÛBÛKÇÛ: 27’ê Mijara 1998’an li girtîgeha Êlih
HASAN TAŞKIN: 3’yê Kanûna 1998’an li Elmanya
CÎHAT ŞÊXO: 10’ê Kanûna 1998’an Qibris
TAKÎBE GULTEKÎN: 12’ê Kanûna 1998’an li girtîgeha Sêwas
GÛLÎSTAN TAŞ: 16’ê Kanûna 1998’an Êlih
MÛHYETTÎN IŞIK: 24’ê Kanûna 1998’an li Dîlok
RAMAZAN ATABAY: 5’ê Çileya 1999’an li girtîgeha Sêrt
BÎLAL EKÎNCÎ: 16’ê Sibatê 1999’an li Amed
ARZÛ DEMÎRALP: 16’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Êlih
YAHYA FÎGAN: 16’ê sibata 1999’an li girtîgeha Umraniye
NÛRHAK POLAT: 16’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Umraniye
BAYRAM KAYMAZ: 16’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Nazîllî
VEYSEL ÇINAR: 17’ê Sibaa 1999’an li girtîgeha Umraniye
HUSEYÎN ÇIG: 18’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Gurgum
MÛRAT COŞKÛN: 18’ê sibata 1999’an li girtîgeha Cehyan
AHMET TEPE: 18’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Semsûr
BENGÎN KÛRT: 19’ê Sibata 1999’an li girtîgeha Ceyhan
ÇÎGDEM DÛMAN: 22’yê Sibata 1999’an li girtîgeha Elbistan
PÎRO ECER: 22’yê Sibata 1999’an li Mêrsîn
BULENT AKMAN: 25’ê Sibata 1999’an li girtîgeh Erzirom
KENAN CAMELAN: 3’yê Adara 1999’an li Yewnaista
NUKHET NOYAN: 29’ê Hezîrana 1999’an li Stenbol
OKTAY GUVENÇ: 14’ê Tebaxa 1999’an li girtîgeha Bayrampaşa
BEDRÎYE YILDIZ: 23’yê Cotmeha 1999’an li girtîgeh Gebze
RESÛL ASLAN: 27’ê Kanûna 1999’an li girîgeha Umraniye
HALÎL GONYELÎ: 27’ê Kanûna 1999’an li girtîgeha Umraniye

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv