Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Îmhayek ku ji min dest pê bike…’

 

‘ÎMHAYEK KU JI MIN DEST PÊ BIKE…’
ABDULLAH OCALAN / ANF

Tevî ku girtî me, li giraveke xweser ku li Tirkiyeyê yekane ye, têm girtin û ev rewş ji bo min gelekî giran e. Ji ber rabûna li ber şert û mercên girtîgehên Tîpa F a li Tirkiyeyê, zêdeyî 50 girtî ya di dema serdegirtinê de ya jî di rojiya mirinê de şehîd bûn. Şert û mercên ku ez tê de me, ji yên girtîgehên Tîpa F gelekî girantir in… Kes nabîne bê çawa dijîm… Eşkere ye ku tenê bi rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ku saziyeke nêzî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye, dikare eşkere bike bê ev pêkanîn ji aliyê psîkolojîk ve çiqasî giran e.

Xwestin ku me ji jiyanê poşman bikin. Di vê demê de bi sedan dost û welatparêzan xwe şewitandin. Bi propagandaya ku digotin ‘wê teqez bê îdamkirin’ dixwestin hêviyan hemûyan bişkînin. Bi taybetî hewl didan ku min daxînin asta mirovekî erzan û biçûk bixînin.

Di encama hewldanên me yên lihevkirina demokratîk û aştiyane de, ev atmosfera şoven kêm be jî ji holê rabû. Civakê êdî nakokiyên xwe hê bi rasteqînî dît. Dît ku bi şerê taybet û aboriya rantê çi nelirêtî hatiye kirin û fêhm kir ku sedema rastî ya krîza giran siyaseta rantxur e.

Li aliyê din, meqamên dewletê yên berpirsyar timî raporan didin û diyar dikin ku bi rêbaza klasîk a înkar û tinekirinê dewlet nikare xwe ji pirsgirêkan rizgar bike, pêwîstî bi jinûve avabûna demokratîk heye û reformên di vî warî de divê bi cih werin anîn.

PKK’ê fêhm kiriye ku rewşa xitimanî ya pratîk û îdeolojîk, bi nêzîkatiyên berê ji holê nikare bê rakirin û çareserî nikare bê firandin. PKK jî ji aliyê xwe ve di gelek waran de xwe ji nû ve birêxistin dike.

Pirsgirêka şer û aştiyê ya Tirkiyeyê, ji pirsgirêka Kurd jî wêdetir e. Hem xwedî rabirdûyeke demdirêj a dîrokî heye, hem jî nakokiyên 30 salên dawî yên civakî, olî û etnîkî ev rastî eşkere kirine… Tirkiye, komara demokratîk û laîk a salên 2000’î neçar dimîne ku ji aliyê cewherî ve xwe ji nû ve birêxistin bike. Qet nebe pêwîstî bi veguherîneke bingehîn a heta salên 1920’î heye.

Hêzên şoven paşverû û xwecihî, bermahiyên siyasî yên berê û statukoyên burokatîk xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin rê li ber teqînên nû vekin ku pêşî li her tiştî bigirin. Metirsiya teqîna civakî bi temamî ji rojevê neketiye.

Li ser vê bingehê, pêvajoya Îmraliyê ya jiyana min, der barê rewşa parastina rewa de gelek wezîfeyan dide ser milê min û her kesî. Ne tenê êrîşên hêzên li Tirkiyeyê yên aştiyê naxwazin, ev yek ji bo pûçkirina êrîşên paşverûyên li Rojhilata Navîn û li nava Kurdan, mecbûrî ye. Ev nebe, aştî û demokrasî wê xeyalek be.

Xusûsa duyemîn a girîng ew e; Kurd xwe ji rewşa klasîk a civakî rizgar bikin, bibin xwedî civakeke sivîl a berfireh û ber bi jorê ve ku piraniya civakê di nava xwe de vedihewîne…

Girîng e bê zanîn, armanca bingehîn a hêzên hundir û derve yên komplo amade kirine ev e û divê qet neyê jibîrkirin ku di dem û cihê guncaw de wê dest bi îmhayeke wiha bikin. Şert e ku mîna ev komkujî wê sibe bê kirin bi her awayî amadekariyên parastinê werin kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv