Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kelhor: ‘Xeta îxanetê bişkînin û welatê xwe azad bikin’

 

Gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê Diyako Kelhor komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û bang li ciwanên Kurd kir, ku xeta xiyanetê bişikînin û ji bo azadiya welêt biherikin nava refên tevgera azadiyê.

Gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê Diyako Kelhor bal kişande ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û got, “Salvegera komploya dewletên desthilatdar yên bi serkêşiya Emerîka, Îsraîl, Îngilîstan, dewleta faşîst a Tirkiyê û hevkariya 80 dewletên din, her wiha hevkariya xeta xiyanetkar a li hemberî Rêberê Apo şermezar û lanet dikim. Ev roje ji bo gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û heta gelên azadîxwaz ên wek Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Çerkez, Asûrî û tevahî gelên azadîxwaz, her wiha ol û baweriyê cihêreng ên wek Xirîstiyen, Cihû, Misilman, baweriyên kevnar wek Zerdeştî, Mîtrayî, Êzidî, Yarisan, Elewî û hemû baweriyên kevnar ên Rojhilata Navîn rojeke reş û tarî ye. Rojeke ku dikarin bêjin xiyanetekî mezin li gelê Kurd û şexsê Rêber Apo hat kirin, heta dikarin bêjin ku xiyanet li tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz û rewşenbîr ên Rojhilata Navîn û cîhanê û heta mirovên ku timî daxwaza maf û azadî û mafê mirovan dikin û hêviya wan Rêber Apo ye û bi taybetî gelê Kurd hat kirin.”

‘KESAYETEK AZAD Û MIROVEKÎ AZAD AFIRAND’

Diyako di berdewama axaftinên xwe de wiha behsa sedema komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, “Em dizanin ku piştî 29 serhildanên Kurdî, Kurdan nekarîn encam û serketinekî temam bi dest bixin. Ji ber derketin û ji dayikbûna Rêber Apo û avabûna Tevgera Apoyî li her çar beşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn xeta teslîmiyet û xiyanetê şikand, xetek pêşxist, îradeyek azad, fikrekî azad, kesayetek azad û mirovek azad afirand. Mirovek rewşenbîr, mirovekî ku ne koleyê li ber destê mêtingeran be afirand. Lê mixabin piştî ku Rêber Apo destgîrkirin ango sala 1999’an ya bi hevkariya xeta xiyanet, teslîmiyet û koletiyê pêk anîn, em îro jî dibînin ku ew xet hêjî didome. Lê ji aliyekî din ve jî ew dewlet netewe ango ew 80 dewletên ku destê xwe dan hevdu û Rêber Apo destgîr kirin û ji xwe re gotin ku ‘dilê me rihet bû, me Rojhilata Navîn ji pergala sosyalîstî û azadiya gelan paqij kir û vîna gelan şikand û xiste bin desthilatiya xwe’, ew xewna wan val derket.”

‘LI SER BINGEHÊ FIKIR Û ARMANCÊN RÊBER APO MEZINTIR BÛ’

Gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê Diyako Kelhor dazanîn ku armancên komplogeran ya di destgîrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de plan kiribûn vala derket û wiha pêde çû; “Ji ber ku eger em li pêvajoya destgîrkirina Rêber Apo binêrin, ew rastiyên ku qewimîn, em dibînin ku hemû xewn û xeyalên pergala sermayedarî û xeta xiyanetê ya ku heya îro jî didome û bi ser neketiye li ber avê çûn. Me dît ku li Rojhilata Navîn, germahiya hundirîn ya ji bo azadiyê û têkoşînê ya jin, mêr, ciwan û pîr gavek bû ku Rêber Apo avêtibû, ew germahiya ku îro em li Rojhilata Navîn di nava gelê Kurd ango her çar beşên Kurdistanê de dibînîn ku didome, sala 1999’an destpêkir û heya niha li ser bingehê fikir û armancên Rêber Apo ne lewaz, belku mezintir bûye û hatiye pêş xistin. Ew xew û xeyalên mêtingeran vala derket û pûç bû. Em dubare wê rojê şermezar û lanet dikin û lanetê li wê rojê û ew kesên ku bi aqilê paşverû û klasîk destê xwe dixin nav destê dewletên mêtinger ku niha jî destê xwe nekişandine û timî kole û xizmetkarên wan in û ji bo ku kursî û raye ji destên wan nestînin xeta xiyanetê didomînin tînin.”

‘HEMÛ BAZAR Û KOLAN LI DIJÎ DEWLETÊN MÊTINGER BÛN CIHÊ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ’

Kelhor di beşek din a axaftinên xwe de bal kişande ser atmosfera 15’ê Sibatê ya li Rojhilatê Kurdistanê û wiha behsa vê pêvajoyê kir; “Eger em li wê pêvajoyê temaşe bikin û behsa Rojhilatê Kurdistanê bikin; tevî ku kadroyek yê Tevgera Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê nebû jî lê ruhekî yê Rêber Apo di nava gelê Kurd, di dilê dayikekê, keçekê, xwişkekê, xorekê û bavekî pîr yê 80 salî de cih girt. Piştî ku têkoşîna Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê mixabin lewaz bû û bi destê xeta xiyanetê teslîm kirin û hatin Başûrê Kurdistanê û ketin nava jiyana kampan, li Rojhilatê Kurdistanê hêviyek bi navê Kurd nema. Çawa ku Tirkên faşîst ango dema Osmaniyan ku li çiyayê Agirî Kurd bin ax kirin û xistin gorê, dewleta dagirker û mêtinger ê Îranê jî bi heman rengî dest danî ser dilê xwe û ji xwe re got ‘hêzên Kurdî qediyan, tesfiye bûn û tiştek bi navê Kurd nema’, lê bi hatina Rêber Apo re zarokek ji dayik bû bi navê Ferzad Kemanger, keçek bi navê Zeyneb Celaliyan ku îro jî di girtîgehan de li ber xwe dide û ala berxwedan û azadiyê li ser milê wê ye ji dayik bû. Eger bê bîra me, wê demê keçek a 9 salî li Ûrmiyê ku yek deqe jî Rêber Apo nedîtibû yan jî yek deqe kadroyekî PKK’ê nedîtibû agir li bedenda xwe berda. Ji ber ku ruhê Apoyî, ruhê Mezmlûm Dogan, ruhê azadî û mirovatiyê di nava her malbatekê de cihê xwe vekir. Ji Îlamê heta bi Kirmaşanê, ji Kirmaşanê heta bi Sine, Ûrmiye û heya Bazirganê li her malekê zarokek ku ji dayik dibû navê Apo lê dikirin û bi ruhê Apoyî dihat û bi pêşengiya Tevgera Apoyî û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) tevlê Tevgera Apoyî dibû. Çawa ku xeyalên dijmin vala derket ku digotin me Rêber Apo destgîr kir, dilê me rihet bû û Rojhilata Navîn ji me re ma; bervajî wê Rojhilata Navîn bû cihê têkoşînê ji bo hemû mirovên azadîxwaz. Jina ku koleya destê mêtingeriyê bû îro di eniyên şer de ji Zendûra bigire heya Rojavayê Kurdistanê, heya bi Hesekê; ji Dalahû bigire heya bi Qamişloyê, ji Silêmaniyê bigire heya bi Muhabad û Dêrsim û Amedê pêşeng e. Ji ber wê jî ji bo ku em careke din rê nedin ew xeta xiyanetê ya li hemberî Rêber Apo û îradeya azad, pêwîste ji Rojhilatê Kurdistanê  heya bi Başûr, ji Başûr heya bi Rojava û Bakur û hemû Rojhilata Navîn, mirovên azadîxwaz destê xwe bidin hevdu. Ji Efganiyekê ku çawa hêviya xwe bi Tevgera Apoyî heye, ji Erebekî ku heya duh jî mafê wê yê axaftinê nebû û Îngilîsan li şûna wê biryar dida, îro li Rojavayê Kurdistanê xwedî îrade, fikir û hêza biryarê ye. Pêwîste îro ciwanên Rojhilatê Kurdistanê vê dîrokê ji bo xwe binivîsin. Dema ku Rêber Apo hat girtin, hemû bazar û kolan li hemberî dewletên mêtinger bi taybetî dewletên mêtinger ên Îran û Tirkiyê bûn cihê têkoşîn û berxwedaniyê.”

‘XETA XIYANETÊ BIŞKÎNİN Û WELATÊ XWE AZAD BIKIN’

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê Diyako Kelhor di dawiya axaftina xwe de ev bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir, “Ji vir bang li hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikim, ji Îlamê heya bi Kirmaşan û Lorêstan û Xurem Abadê, heya bi Sine û Muhabad û Ûrmiye û heta ciwanên Xorasanê û yên li derveyî Rojhilatê Kurdistanê ango li Îranê ji bo debara xwe kar û hemaliya dewleta mêtinger dikin, çi keç û çi jî xort bila destê xwe bixin nav destê hevdu. Li şûna ku biçin xizmeta dewletên Ewropî bikin û Rojhilatê Kurdistan û Îranê biterikînin û biçin xizmeta dewletên mêtinger bikin, bila xeta xiyanetê bişkînin û ji bo ku ala azadiyê ya Rêber Apo ya bi pêşengiya şehîd Ferzad Kemanger û şehîd Şîrîn Elemhûlî danekeve, careke din bi ew germahiya sala 1999’an ku heya roja îro li Rojava li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê berdewam dike, xeta xiyanetê bişkînin û welatê xwe azad bikin. Ji bo wê destê xwe bixin nav destê hevdu û werin tevlê Tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bibin. Her ciwanê ku Rêber Apo wek hêviya azadiya xwe dibîne pêwîste çek hilgire, pênûs bigire destê xwe. Bi teslîmbûn û bêkarî û bi rûniştin û bendewariya ji Emerîka, Îsraîl û NATO’yê tu nikarî welat azad bikî. Ne tenê tu yê ser nekevî, belku eger Îran hilweşe, ji holê rabe û bin bikeve jî wê ne di berjewendiya gelê Kurd û yên azadîxwaz de be, wê di berjewendiya Emerîkayê de dibe. Ji ber wê jî daxwaza min ji ciwanan ev e ku hemû ciwan ji berê hişyartir û zindîtir, ew ê ku ji Apoyî bûnê hez dike, ew ê ku elaqeya wê bi ruhê Apoyî heye, ew ê ku girêdayî ax û niştîmana xwe ye û dixwaze niştîman û xaka xwe azad bike, divê tevlê Tevgera Apoyî ya li Rojhilatê Kurdistanê bibe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv