Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîd Savaş Maraş, lehengê navçeya Mereşê Elbistanê 24.03.2021

 

MEHMET SOYSUREN-SAVAŞ MARAŞ
LEHENGÊ NAVÇEYA MEREŞÊ ELBISTANÊ

Mehmet Soysuren bi nasnav Savaş Maraş…

1977’an li navçeya Mereşê Elbistanê ji dayîk bû.

Bi çanda berxwedêr a civaka Elewî mezin bû.

Li dijî êrişa qirkirinê ya li ser Kurdên Elewî li Mereşê, malbata wî li ser xaka xwe li ber xwe da.

Di ciwantiya xwe de berê xwe da şoreşê.

Timî xwedî lêgerînekê bû, heta xwe gihand îdeolojiya sosyalîst a herî zêde Rêber Apo bi pratîka xwe nûnertiya wê dike.

1997’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Bi vîneke ji pola li Bakurê Kurdistanê bû xwedî pratîkeke jêhatî ya gerîla.

Weke derwêşekî bi têgîna “kincek û pariyek” tevgeriya.

Ti carî ji zimanê xwe yê Apoyî, sekna xwe ya eskerî û disiplîna xwe tawîz neda.

Li hemberî her cûre helwest û sekna berevajî xeta Apoyî ya di nava rêxistinê de bû milîtanê xeta rêxistinî.

Di nava PKK’ê de li ser navê jiyana azad li her devera lê mayî, berxwedan bi rêxistin kir û pêşengî jê re kir.

Bû fermandarekî ku di nava gerîlayan de timî mînak were girtin.

Bi wê hedefa ku bibe fedayiyekî Apoyî, di nava saziya fedayiyan de cihê xwe girt û bû fermandarek.

Di rêxistinkirina Hêzên Taybet de gelek kar û xebat kirin.

Di afirandina gelek teknîkan de ku derb li dijmin dan, bi rola xwe rabû.

Hevrêyên xwe li ser gerîlatiya dema nû perwerde kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di eşkerekirina nasnameya wî de wiha dibêje:

“Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, gelek serketinên îro me bi destxistî û em bi dest dixin, bingeha pêşketinê û sazbûna wê em deyndarê ked û hewldana bêmînak a hevrêyê xwe Savaş in.

Heta em tola hevrêyê xwe Savaş Maraş hilneynin, em ê bi rehetî bêhnê nedin û nestînin.”

Weke paşiyên wî, erka me ya herî mezin hilanîna tola wî û biserketinê tacîdarkirina armancên wî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv