JI KCD, DBP, HDP Û TJA NIRXANDINA NEWROZÊ:
MÎLYONAN LI QADAN AZADIYA OCALAN XWEST Û BERSIV DA FAŞÎZMÊ
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, ji TJAyê parlementer Semra Guzel û ji ciwanên HDP’ê Çeko Mîmkara bi beşdariya nunerên gelek saziyan civîneke çapemeniyê pêk anî.
Hevserokê KCD’ê Berdana Ozturk destpêkê axivî û girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan bi bîr xist.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî got, gelê Kurd bi Newrozê careke din li qadan daxwaza azadiya birêz Ocalan anî ziman.
Endamê Meclîsa HDP’ê Çeko Mîmkara jî bal kişand ser beşdariya zêde ya ciwan û jinên ciwan û got: Ciwanan bi beşdariya xwe bersiv da siyaseta tecrîdê û êrişan.