JI EWRÛPAYÊ PIŞTGIRIYA JI BO HDP’Ê
PARTIYÊN ÇEP JI YEKÎTIYA EWRÛPÎ XWESTIN GAVÊN CIDÎ BIAVÊJE
Li Almanya û Swêdê partiyên Çep piştgirî dan HDP’ê û banga berpirsyariyê li Yekitiya Ewrûpa kirin.
Li Swîsre jî wê sibê li bajarê Lozan nunerên partiyan kantona fransî ji bo HDP’ê daxuyaniyekê bidin.
Partiya Çep a Alman li dijî doza girtina HDP’ê di nava tevgerê de ye.
Parlementer û rêveberên partiyê ji rêveberiya Berlînê dixwazin gavên cidî biavêje û bandora xwe ya li ser Tirkiyê bi kar bîne.
Di heman demê de dixwazin ji civîna bilind a Yekitiya Ewrûpa ya vê heftiyê biryarek were derxistin.
Ji bo heman armancê Partiya Çep a Swêdê jî di nava hewldanan de ye.
Parlementer û Berdevkê siyaseta derve ya Partiya Çep û Håkan Svenneling ji Swêdê xwest ku li dijî Tirkiyê gavên ber bi çav biaêje.
Svennelîng ji wezareta karên derve jî xwest ku di civîna bilind a yekitiya ewrûpyê de bi roleke bi bandor rabe û li dijî doza girtina HDP’ê biryarekê bide derxistin.
Di vê navberê de wê nunerên partiyên siyasî yên kantona fransî ya li Swîsreyê jî wê sibe li Lozanê, ji bo piştgiriya HDP’ê daxuyaniyekê bidin.