ENDAMA FERMANDARIYA GIŞTÎ YA QSD’Ê NEWROZ EHMED
‘ASTENGIYA LI PÊŞIYA BI TEMAMÎ TÊKBIRINA DAIŞ’Ê DEWLETA TIRK E’
Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed têkoşîna li dijî DAIŞ û riyên çareseriya ji bo aloziyên li Sûriyê nirxand.
Newroz Ehmed balê dikşîne ser têkoşîna QSD’ê a li dijî DAIŞ’ê û dibêje:
Bê gûman têkbirina DAIŞ’ê ya 23’ê Adara 2019’an ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya welêt pêngaveke girîng bû. Lê belê DAIŞ bi temamî neqediyaye.
Li ser sedema vê yekê jî desnîşan dike ku heremên ku dewleta Tirk dagir kirine ji çeteyan re bûne korîdor û navenda jinûve xwe birêxistinkirinê.
Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed dide zanîn ku bi awayekî aktîf têkoşîma wan a li dijî DAIŞ’ dewam dike.
Newroz Ehmed dibêje bi hezaran çete û malbatên wan en xeter di girtîgeh û kampan wan de ne.
Li gorî Newroz Ehmed dewleta Tirk ne tenê destekê dide çeteyan, herwiha ew li pêşiya çareseriya aloziya li Sûriyê astengiyên din jî diafirîne.
Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê dibêje balê dikşîne girîngiya danûstandinan ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Sûriyê.