HEVSEROKÊ MEBYA-DER’Ê ŞEYHMUS KARADAG
“JI BO ÊŞA MALBATAN ZÊDE BIKIN ÎŞKENCE LI CENAZEYÊ GERÎLAYAN DIKIN”
Êrîş û êşkenceyên dewleta Tirk ên li dijî goristan û cenazeyên Kurdan didomin.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag şerê di sala 2019’an de li Licê yê di navbera gerîla û dewleta Tirk de bi bîr xist.
Karadag destnîşan kir ku cenazeyên 4 gerîlayan bi mehan erdê hatin hiştin û êşkenceyeke psîkolojîk li malbatan hate kirin.
Şeyhmûs Karadag got, dewlet ji bo êşa malbatan girantir bike îşkencê li cenazeyan dike.
Hevserokê MEBYA-DER’ê bal kişand ser xebatên MEBYA-DER’a ku dewleta tirk êrişên wê jî dike.