LI FRANSA ÊRIŞA LI DIJÎ KURDAN
KURDÊN LI MARSÎLYAYÊ ÎRO JÎ LI QADAN BÛN
Hukûmeta Fransa li Marsîlyayê li dijî Kurdan doh dest bi êrişekê kir.
Gelek polîsan êriş biribûn ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û avêtibûn ser gelek malan, li Marsîlya, Parîs û Dragunyanê 12 kes hatibûn binçavkirin.
Kurdên li Fransayê li hemberî van pêkanînên krîmînalîzekirinê li ser piyan e.
Li Marsîlyayê îro jî çalakî hat lidarxistin.
Kurdan bi pankart û destnivîsên di destên xwe de bang li hukûmeta Fransayê kir, ku dev ji pêkanîn û êrişên li dijî Kurdan berde.
Di çalakiyê de daxwaza berdana Kurdên di bin çavan de hat kirin.
Kurd û dostên xwe wê roja Şemiyê jî li navenda bajêr çalakiyeke mezin li dar bixin.
LI FRANSA ÊRIŞA LI DIJÎ KURDAN
JEAN-LUC MELENCHON: GELO MACRON SOZA ZEXTA LI DIJÎ KURDAN DA ERDOGAN
Lîderê Fransaya Serê Xwe Natewîne û parlementer Jan Luk Melenchon jî têkildarî êrişa li dijî Kurdan daxuyaniyek weşand.
Melenchon destnîşan kir, ku êriş û daxuyaniyên Erdogan û Makron ên têkildarî hevdîtina 2’yê Adarê di televîzyona Frans 5ê de li hev rast hatine.
Melenchon bi vê pirsê nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî Kurdan da:
Gelo Makron soza zext û eziyeta li dijî Kurdên li Fransayê da Erdogan?
Melenchon wezaretên karên hundir û derve yên Fransayê jî rexne kirin û got, krîmînalîzekirina xebatên milîtanên Kurd li Fransayê mîna polîtîkayên dîktatoriya Tirk in.
Divê Fransa siyaseta mîna ya Erdogan nemeşîne û dawî li zextên li dijî Kurdan bîne.
Kurd mutefîkên me ne û Fransa gelekî deyndarê wan e.