Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: ‘Di doza komkujiya Parîsê de Fransa û Tirkiyê hev diparêzin’ 24.03.2021

 

KOMKUJIYA PARÎSÊ
LI DIJÎ VEŞARTINA BELGEYÊN KOMKUJIYÊ SIBÊ LI PARÎSÊ ÇALAKÎ HEYE

9ê Çileya 2013an li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ji aliyê MÎTa tirk ve hatin qetilkirin.

Heta niha dewleta Fransayê li dijî MÎTa tirk ku li xaka wan komkujî pêk anî tiştek nekiriye û agahiyên derbarê mijarê de vedişêre.

Rayedarên Fransayê bi hinceta ku agahiyên di destê wan de sirên dewletê ne nexwestibûn bidin dozgerê lêpirsînê.

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê û tevgera jinên kurd a li Fransayê derbarê mijarê de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkiririn ku servîsên îstîxbarata Fransayê heya niha bi bahaneya ku sirên dewletê ne, tu agahiyên derbarê komkujiyê de parve nekirine û got;

Ji ber parve-nekirina agahiyan, lêpirsîna derbarê komkujiyê de pêş ve naçe.

HEVSEROKÊ KONGRA GEL REMZÎ KARTAL
DI DOZA KOMKUJIYA PARÎSÊ DE FRANSA Û TIRKIYE HEV DIPARÊZIN

Der barê Komkujiya Parîsê de beriya bi çend rojan rojnama fransî le Journal de Dîmanche jî nûçeyek weşand.

Nûçeyê bal dikişand ser rola sefîrê tirk ê Parîsê Îsmaîl Hakki Musa, şaneyên sîxûrên MÎT’ê.

Di nûçeyê de detayeke balkêş jî ew bû ku belgeyeke veşarî ya Belçîkayê weke referans dihat nîşandan.

Hema bêje bi nûçeyê re hemwext bi hinceta dema peywira wî qediyaye sefîrê tirk vegeriya Tirkiyê.

Der barê van bûyeran de rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê bi Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal re hevpeyvînek çêkir.

Kartal diyar dike ku çûna sefîrê tirk bi agahî û hişyariyên meqamên fransî pêk hatiye.

Remzî Kartal destnîşan dike ku sefîrê tirk îsmaîl Hakki Musa di Komkujiya Parîsê de û di hewldana sûîqeesta li dijî wî de xwedî roleke kîlîd e.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal dibêje; hikûmeta fransî bi meselê dizane lê ji ber berjewendiyên xwe bi ser meselê ve naçe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv