KÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTAN DAIŞ’Ê BI HÊZ DIKE?
SEEVAN SAEED / POLÎTÎKA AZAD
Dîsa li navçeyên cihê nakok ê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, çalakiyên teroristî yên DAIŞ’ê zêde dibin. Rayedarên herema Kurdistanê, naxwazin li van bûyeran weke tiştekî cidî binihêrin. Heger kesek baş lêbinihêre, ser û sewada aborî û siyasî ya di navbera DAIŞ û rayedarên dewlet a Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî bi awayekî zelal tê dîtin.
Di vê navê de jî; xelk û gundewarên vê navçeyê bûne qurbaniyên van siyasetên qirêj. Rayedarên pêşmerge gazinên xwe dikin û dibêjin, çek û sîlehên lazim ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê di destê wan de nîne.
Gundewarên van navçeyan warê xwe diterikînin. Gelo ev ne bazarkirineke sivik e ji bo hêzên navneteweyî yên ku piştî çend hefte bi temamî ji Iraqê derdikevin?
Beriya vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji Efxanistanê bi mehekê, rojnamevan û aktîvîstê Emerîkî Zack Kopplin, li ser mijara gendelî û fesada serokê demê yê Efxanistanê Eşref Xenî, nûçeyek amade kiribû. Niha ku DYE ji Iraqê vedikişe, disa Zack Kopplin nûçeyek li ser gendelî, dizî û rejîma talanê ya Mesrûr Barzanî û birayê wî nivisandiye. Gelo Ev bûyer tesaduf e?
Ya rastî ew e ku DYE û hêzên navneteweyî, naxwazin gendelkaran li Iraq û Herema Kurdistanê biparêzin. Me ev yek dît ku di hilbijartina Cotmehê de ji sedî 70’yê xelkê neçûn dengê xwe nedan. Ew kaosa hatiye çêkirin, ne rastiya hêz û qeweta DAIŞ’ê ye. Ev bûyer reste rast girêdayî rewşa kaotîk a Iraqê û Herema Kurdistanê ye; derencam ew e ku baweriya xelkê bi dewlet û rayedarên siyasî nayê.
Ez gelekî xemgîn dibim gava nifşê nû qala başî û camêriya Sedam Huseyn dike. Lê bi rastî jî, rayedarên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bi taybetî PDK û YNK rûyê Sedam û tawanên wî spî kirine. Xiyanet û welatfiroşiya wan çete û klîptokratên Kurd; û zilm û neheqiya li gelê xwe dikin, gihiştiye asta herî jor.
Niha çeteyên DAIŞ’ê pêşmerge û xelkê sivîl ê gundewarên van navçeyan şehîd dike. Di heman demê de hêzên wan çeteyên kurd li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê xwendekar û xelkê azadîxwaz şehîd û birîndar dikin.
Xelkê sivîl û rojnamevan di zindanê de ceza dikin. Serok û jêrok û zarok û malbatên wan li Emerîka û Ewrûpayê bi milyonan dolarî vîla, holdîng û qesra hezar derî bi pereyî dizî û talana welat ji xwe re dikirin.
Ez gelekî hêrs dibim, gava Kurdên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi nezanî yan jî bi zanabûn wesf û pesnê malbata Barzanî didin û hêviya wan ji vê malbatê heye.
Ya rastî ew e; xelkê ku xwe grêdayî malbata Barzanî dike, miheqeq para wan jî di gendeliyê û talankirina welat de heye. Roja ku hesabê gel ji wan tê xwestin, herkes pişka xwe ji vî hesabî wê wergire.