HEVDÎTINÊN BUDÇEYA ŞER A ERDOGAN
PERFORMANSA WEKÎLÊN HDP’Ê, WEZÎRÊN TIRK DÎN DIKE
Parlementerên HDP’ê hevdîtinên buçteya wezareta karên hundur, veguherandin runiştina hesab pirsîna ji Suleyman Soylu.
Wekîlên HDP’ê bi dowîzên Soylu wekî wezîrê karên sûc nîşan didin û belgeyên din protesto kirin.
Axaftinên parlementerên HDP’ê û belgeyên derbarê dijminahiya Kurdan û sûcên Suleyman Soylu de ew dîn kir.
Suleyman Soylu bi dijminahiya Kurdan û bi bilindkirina doza nijadperestiya Tirk hewl da rojevê biguherîne.
Lê belê wekîlên HDP’ê rê nedanê.
Wekîla Rihayê Ayşe Surucu bi Kurdî axivî û dijminahiya li dijî Kurdî bi zimanê xwe yê dayîkê anî ziman.
Ayşe Surucu tevî mudaxele û êrişan axaftina xwe domand.
Wekîlê Batmanê Mehmet Ruştu Tiryakî jî dijminahî û qedexeya li dijî Kurdî raxist ber çavan.
Cigira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî bersiv da gef û heqeretên Soylu û anî ziman ku, got emê bi ti awayî serî netewînin…
Parlementerê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî bal kişand ser sûcên Soylu û got, Tu nikarî bi êriş, îftira û heqeretên li dijî me, serê sûc û qirêjiya xwe veşêrî.
Li aliyê din, meclîsa Tirkiyê ji ber bikaranîna gotina “Kurdistanê” cezayê beşdarnebûna 3 rûniştinan da wekîlê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn.
Maçîn nerazîbûn nîşan da û got, ewê xebatên şîyara ji Kurdistanê re azadî bimeşînin.