Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rauf Karakoçan: ‘Dewleta faşîst dîsa êrişî Şengalê kir’

 

DEWLETA FAŞÎST DÎSA ÊRIŞÎ ŞENGALÊ KIR
RAUF KARAKOÇAN / ANHA

Rejîma Tirk a faşîst li Şengalê rijandina xwînê didomîne. Rêbaza êrişê yên vê rejîmê jî ku temsîla DAIŞ’ê ya dewletê ye, nemerdî ye. Bi teknîkên pêşketî hedefgirtina nûnerên civakekê, xebîsî ye.

Hêza ku hemû fermanên di dîroka civaka êzidî de pêk anîn, hêzên serwer ên Tirk bûn. Herî dawî Fermana 74’an jî DAIŞ’ê pêk anî. Dewleta Tirk komkujiyan û bi rêbazên DAIŞ’ê êrişên xwe didomîne. Niha jî bi balafirên bêmirov ên biçek nûnerên civaka êzidî qetil dikin.
(…)

Hedefgirtin û şehîdkirina nûnerên êzidiyan, encama lihevkirinekê ye. Nabe ku ji DYA, Iraq û PDK’ê cuda bê dîtin, bi taybetî jî NY (ku yek ji hêzên pêşeng e ku dixwaze peymana xiyanetê tavilê pêk were). Hebûna Îranê ya li herêmê bi rêya hêza Heşdî Şabî, dibe hincet ku dewleta Tirk êrişî Şengalê bike. Ev hêz çarîna çeteyan a li Şengalê ne û hevkarên vê komkujiyê ne.
(…)

Êrişên li ser Şengalê yên dewleta Tirk tu carî nikare bêyî PDK’ê bên kirin. PDK ku berpirsê fermana dawîn a li dijî êzidiyan e, ji bo Şengalê ji nû ve bixe bin kontrola xwe bi dewleta Tirk re ketiye nava tifaqên qirêj, zemînê ji êrişan re amade dike û îstîxbaratê dide. Tenê armanceke êrişên dewleta Tirk heye; ji nû ve PDK’ê li Şengalê bi cih bike û bidestxistina cihekî stratejîk ê li naverasta Iraqê.
(…)

Divê pêşî lê were girtin ku êdî êzidiyan berdêlê nedin. Eşkere ye ku têkoşîn çiqasî tund û dijwar e. Ev dihêle ku li hemberî xeta noker a xayîn tedbîrên radîkaltir werin girtin. Divê were zanîn ku rola PDK’ê di vê êrişê de sereke ye. Iraqê li dijî mafên xwe yên serweriyê helwesteke radîkal nîşan neda û bergirî negirtine ku ev yek jî nişan dide lihevkirinek heye. Yên ku li hemberî kuştina nûnerên êzidiyan bê deng man, nîşan didin ku li cem wan tu nirxên mirovî nîn in.

Dijminatiya PDK’ê û dewleta Tirk ya li dijî êzidiyan, dijminatiyeke îdeolojîk e û ji demen berê ve heye û gelek caran dibe sedema komkujiyan. Îro ji ber berjewendiyan ji NY û DYA’yê jî destek standine. Ev dijminatiya li dijî êzidiyan di heman demê de dijminatiyeke li dijî koka Kurdan e. Ji ber vê yekê divê li hember van êrişan sekneke xurt hebe. Girîngiya xweparastinê careke din derketiye holê.

Ev êriş dê ne êrişa dawîn be. Ji pêşengên leheng ên civaka êzidî Merwan Bedel, dê ne şehîdê dawîn be. Divê li ser vî esasî xuya be bê ka li dijî dijmin divê çawa tev bigerin û pêdivî bi kîjan rêbazan heye. Ne hêsan e ku şûna pêşengekî wekî Merwan Bedel were dagirtin.

Bi bîr û baweriya ku dewleta Tirk a faşîst dê di vê xwînê de bixeniqe, divê cesaret, bawerî û biryardarî bêhtir mezin bibe û têkoşîn geştir bibe. Hêvîdar im ku şehadeta rêberê gel Merwan Bedel ji bo yekitî û têkoşîna êzidiyan bibe ronahiyek û ji bo malbata wan a xemgîn û gelê êzidî re sersaxiyê dixwazim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv