Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Qîreqîra Soylu zêde bû’

 

QÎREQÎRA SOYLU ZÊDE BÛ
FEHÎM IŞIK / WELAT

Tê zanîn. Dengê herî zêde ji tenekeyê vala derdikeve. Dema yek lêde zîqezîq ji tenekeyê vala derdikeve, hiş li mirov nahêle. Suleyman Soyluyê wezîrê Erdogan, dişibînim vê tenekeyê vala. Zîqezîq û qîreqîra wî ye.

Carek di Meclîsê de diaxiviya, “ox û ox” dikişand. Guya rê li ber PKK biriye û PKK êdî nikare tîcareta maddeyên hişbir bike. Vir û derewên wî zû aşkere bû. Derket holê ku yên tîcareta maddeyên hişbirê dikin, AKP’yî ne.

Bi gorî îtîrafên Sedat Peker, kurê Bînalî Yildirim bi xwe jî, ji bo rê li tîcaretê kokaînê re bibîne berê xwe daye Venezuella. Her weha wêneya yekî AKP’yî li medyaya dîjîtal aşkere bû. Vî AKP’yî di ereba xwe de maddeya hişbir bikardianiya. AKP’yî di serî de qebûl nekirin, gotin “Ew ne maddeya hişbir e, şekirê pudra ye.” Lê rastî tal e. Çend roj ji nabênê derbas nebû, wêneya ew AKP’yî û ya Suleyman Soylu bi hev re derketin. Wekî dostên çendîn sala, di miqama Soylu de bi hevre wêne kişandine.

Li vê derê bimana baş bû. Êdî ser hev wêneyên Soylu bi kesên tarî re li medyaya dîjîtal hatin weşandin. Çi çete, tecavuzkar, tacirê maddeya hişbir, jinfiroş û mafya nemane ku wêneyên wan bi Suleyman Soylu re tune be. Aşkere bû ku Soylu hevalbendê hemûyan e.

Ev hevalbendî tiştek aşkere dike: Soylu ne wezîr e, serçete ye. Çi huquq nasnake. Tehdîtkarekî faşîst e.
(…)

Di dîroka mirovayetî de cûreyên Suleyman Soylu gelek in. Jiyana hemûyan jî li ser derew û komployan hatine amadekirin. Hema bêje aqûbeta yek ji vana ne ya xêrê ye. Hinek ji van kesan xwe bi dehan sal li kozîka veşartine. Hinek ji vana bi salan di hepsan de mane. Yên hatine sêdarekirin jî hene. Di nav wan de yên herî xwedî ‘xîret’ jî, xwe bi xwe dawî li jiyana xwe anîne. Belku tişt bi patron û reîsên wan nehatine, lê di encam de hemû tetîkkêş heman aqubet jiyane.

Balkêş e, qîreqîra van cûre însanan nêzî çûyîna wan zêdetir dibe. Dema însanên din rastî li orta çavê wan dixin, dîn û har dibin. Zêdetir dîqirin.

Suleyman Soyluyê tetîkkêşê Erdogan jî van rojên dawî dehî zêde dîqire. Eh! Madem dîqire, em jî îlan bikin, ew tenekeya vala ye û her ku dişide, zêdetir ditirse û dest bi qîrê dike.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv