Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelên herêmên xweser ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan

 

“DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
GELÊN HERÊMÊN XWESER JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE DAKETIN QADAN

Gelên li Herêmên xweser li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û êrişên dewleta tirk yên li ser şengalê daketin qadan.

Meşa herî girseyî li qeleya berxwedanê Kobanê pêk hat.

Bi hezaran Kobanî li Qada Şehîd Egîd kom bun û ber bi qada Jina Azad ve meşiyan.

Piştî meşê li sernavê partî û saziyan axaftin hatin kirin.

Xelêkê Kobanê silav dan berxwedana Îmraliyê û gotin; dem dema azadiya rêberê gelên azadîxwaz.

Bi hema armancê Şêniyên Dêrazorê jî banga azadiya fîzîkî ya rêberê xwe kirin.

Beşdaran gotin; bi saya fikir û felsefeya rêber Apo bi awakî ewle dijîn.

Li navçeyên Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Birak, Hesekê, Dirbêsiyên, Til Temir, Şedadê ên girêdayî kantona Qamişlo bi deh hezaran kes daketin qadan.

Girseyên gel bang li CPT û hêzên navnetewî kirin û got; divê rojek berî rojekê em agahiyek zelal ji rêberê xwe bigrin.

Her wiha ji hêzên navnetewî xwestin qadên hewayî yên Şengal, herêmên xweser û başûrê kurdistanê ji dagirkeriya dewleta tirk re were qedexekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv