JI STRASBOURGÊ BANG: TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN
EWRÛPAYA KU DI WEXTÊ DE JI FAŞÎZMA HÎTLER RE DENGÊ XWE NEKIR ÎRO JÎ JI ERDOGAN RE NAKE
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan bi şîara ‘Wê azadî bi ser bikeve, ji bo Ocalan têkeve nav hewldanan’ 1’ê kanûnê li Strasboûrgê dest bi çalakiyekê kiribû.
Çalakî di heftiya 2’yan de dewam dike.
Rojane sazî û dezgehên demokratîk ên kurdan tevî endam û rêveberên xwe nobetê bi dorvegerî didomînin.
Îro endamên endam û rêveberên Federasyona Komelên Demokratîk ên Kurdistaniyan li Fransayê CDK-Fransa çalakî bi rêve birin.
Li ser navê çalakgeran hevserokê CDK-Fransayê Necmettîn Demîralp destpêkê êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Şengalê şermezar kir.
Necmettîn Demîralp destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Apo wê kurd têkoşîna xwe bidomîne.
Demîralp bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî sûcên dewleta tirk rûreş kir. Demîralp bang li hêzên çep, sosyalîst û demokratîk jî kir ku di têkoşîna li dijî faşîzmê de bi gelê kurd re bin.