Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Saziyên sivîl û siyasî xwestin girtiyên nexweş bêne berdan

 

ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN
SAZIYÊN SIVÎL Û SIYASÎ XWESTIN GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊNE BERDAN

Li Amedê rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevbeş xwestin ku girtiyên nexweş bêne berdan û li hember wezîfedarên ku zilmê li girtiyan dikin doz were vekirin.

Rêvebirên bi dehan Saziyên sivîl û mafên mirovan ku di nava wan de odeya tabiban û baroya Amedê jî hene, li parka Koşuyolu ya Amedê hatin cem hev û bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser zextên li girtîgehan.

Saziyan bibîr xist ku li Tirkiyê kapasiteya zindanan dikare tenê 220 hezar kesan bihewînee, lê îro 294 hezar kes girtî ne û ji hukumeta tirk xwestin ku jiyana li zîndanan derxistin asteya sitandartên navnetewî.

Saziyan dan xuya kirin li zindanan, girtî nayêne tedavîkirin, di birin û anîna wan ya nexweşxanê de rûmeta wan tê şikênandin, girtiyên nexweş di şûna berdanê de li hucreyên ji bo yek kesî de têne girtin.

Saziyan bibîr xist ku di van 2 salên dawî de, 64 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.

Li Cizrê jî rêvebirên rêxistinên siyasî yên kurd bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser zextên li zîndanan.

Di çalakiyê de herwha tecrîda li ser rêber Apo, komkujiya Roboskê û zexta li ser civaka kurd jî hat protesto kirin.

Di vê navberê de, li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan 4 girtî bi armanca hişyariyê, 3 rojan ketin greva birçîbûnê.

Elîf Karadagi, Elîf Kaya, Dîlan Yildirim û Zelal Kara yên li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T’yê bi rêya telefênê agahî dan malbatên xwe ku beriya 10 rojan ji bo protstokirina mirinên li girtîgehan, astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û tecrîdê ew 3 rojan ketine greva birçîbûnê.

Girtî dibêjin eger zexta li ser girtiyan neyê bi dawî kirin ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv