HDP RÊXISTINA WAN’Ê BI GEL RE CIVÎYA
“BINGEHA HEMÛ PIRSGIRÊKAN HELWESTA ŞERXWAZ A AKP’Ê YE”
Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî êrişên li ser partiya xwe û pirsgirêkên li Tirkiyê bi rojnamevanan re civiya.
Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî kirin, Hevserokên HDP’a Wanê Fîkret Dogan û Handan Karakoyun û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan da xuyakirin hukumet AKPê daketiye asteke wisa ku êdî kapasiteya wê têra birêvebirina Tirkiyê nake û got:
Sedemên esasî yên hemû krîzên li Tirkiyê helwesta hukumetê ya beramberî doza kurdî û tecrîdkirina Rêber Apo ye.
Dogan xwest ku bi awayekî lezgîn tacrîd bi dawî bibe, şert ûmercên girtîgehan werin başkirin û girtiyên nexweş jî demildest werin berdan.
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî diyar kir ku sala 2021’an bi her awayî di nava zor û zehmetiyan de, der derbas bû û got:
Ne tenê girtiyên nexweş divê hemû girtiyên ji ber dozên siyasî hatine girtin bên berdan.
Karakoyun bang li hukumetê kir ku zext û êrişên li ser HDP’ê bi dawî bike, dev ji dijminiya li jinan berde û ji bo çareseriya tevahiya pirsgirêkên li welat demildest li rêyên çareseriyê bigere.
Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm danîne şûna wî jî anî ziman ku ew di pêvajoyek tarî de derbas dibin û bi tayînkirina qeyûman û neheqiyan, civak tevahî di bin tecrîtê de ye.
Avci bal kişand ser talan û diziya qeyûman jî û got:
kesên ku AKP’ê ew bi darê zorê şandin ser şaredariyên me hemû kar û barên xwe li dijî îradeya gel dimeşînin.
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.