Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Yezda Havin: ‘Kolberên jin û zextên dewletê’

 

KOLBERÊN JIN Û ZEXTÊN DEWLETÊ
YEZDA HAVIN / XWEBÛN

Dema dîmenê refên kolberan di TV’yê de derdikevin û dev ji rakirina bar berdidin çawa mîna şilêran, weke moriyan hildikişin. Dema mirov temaşe dike di şûna wan de kelecanî dibe, ‘ha ketin ha dikevin’ bi tirs û xof dibe. Bi tirs, xof û kelecanê re wijdana mirov jî dilerize.

Carnan di nava wan de jin jî dixuyên. Dema kamera diçe ser wan rûyên xwe ji kamereyan vedişêrin û ji wê derê dûr dikevin. Her çiqasî dixwestin bi lez û bez ji wê dûr bikevin jî qameravan ji paş de wan dikişand.

Xuyabû, ji karê xwe şerm dikirin û nedixwestin ku tu kes wan nas bike. Karekî mirov jê şerm bike; diferqê de be, mecbûrî nebe qet tenezil nake bike? Ji ber şerm taybetmendiyeke mirove, karekî mirov jê şerm bike mirov nake. Lê eger rexmê şermê jî mirov bi wî karî rabe, wê demê li holê mecbûriyeteke pir cidî heye. Xuyabû, jinên navser, temen mezin û xwedî ezmûn bûn. Gelo van jinan ji bona çend qirûş pere bidest bixin hêjayê ketina rêya mirinê bûn? Bêguman nehêja ye, lê mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin.
(…)

Erdnîgariyeke weke çiyayên Zagrosan ku dergûşa mirovahiyê bi destê jinê hatiye nasîn, tovê jiyanê li ser vê xakê hatiye reşandin, av û avdanî bi aqilê jinê hatiye vedîtin û hunera jiyana exlaqî û polîtîk bi aboriya jinê hatiye hûnandin.

Îro jî heman têkilî di dinavbera mirov û xwezayê de hevsengî û afirînerî derbasdare. Lê zîhniyeta pergala Kapîtalîst dixwaze mirovên têkiliyên wan bi xwezayê re bi hevsengî, afirînerî û berhemdarî jihev qut û biyanî bike.

Lê îro çawa bûye ku mirovan dev ji çand û çandiniyê berdane, bi dû rêya xeterî, girtin û kuştinê ketine? Ji ber êdî av û ax ne aîdê wan e, têkiliyên wan ji çand û çandiniyê qut kirine.
(…)

Dewlet vêya çawa pêş dixe? Sînor difiroşe sipahan, rê vedike, sipah mal dikirin, ji kolbera re dibêjin “bînin ez ê ewqasî heqdesta we bidim”, kolber tînin, datînin cihê wan. Helbûkî cihê wan diyar e, dewlet dikare êrîş bike, wan bi malê wan ve bigire. Lê piştî wê derê bes dibîne, êrîşî kolbera dike, digirin, dikujin, birîndar dikin û dest datînin ser malên wan. Ji bo ku bi hinekan re, li dereke din sînor vebike wiha dike. Li vê derê yên zirarê dibînin kolber bi xwe ne.

Îca ka em binêrin bê li vê derê sûdwergirtina dewletê çi ye? Hem gel ji mal û gund, çand û çandiniyê qut dike, hem ji sipahan re sînor vedike û bertîlê digre; hem jî gel bi vî awayî bi xizantiyê bêbandor dike. Ev jî parçeyek ji siyaseta qirkirina aborî ye.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv