Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Prof. Michael Gunter: ‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e’

 

“PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
PROF MICHAEL GUNTER: TECRÎDKIRINA OCALAN TECRÎDKIRINA GELÊ KURD E

28 siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan Înîsiyatîfa Navnetewî ya Edalet ji bo Kurdan ava kirin.

Înîsiyatîfê di despêka meha kanûnê de ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayê kir.

Yek ji kesateyên pêşengî ji înîsiyatîfê re kir jî Profesor Michael Gunter e.

Profesor Michael Gunter, mamosteyê zanistên siyasî ye û li Zanîngeha Tennessee li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixebite.

Gunter di heqê têkoşîna kurdan de xwedan 15 pirtûkan e û Sekreterê Giştî yê Komîteya Welatiyan a Yekîtiya Ewropayê ye ku ji bo mafê kurdan di parlemena ewrûpayê de kar dike.

Profersor Gunter di heqê girîngiya kampanyayê de bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy.

Gunter destnîşan kir ku bi derketina PKK’ê ji lîsteya terorê wê li herêmê di warê ewlehiyê de gaveke mezin were avêtin û got:

PKK ji lîsteyê were derxistin, wê li Tirkiyê, li sînorê wê li Rojhilata Navîn di warê ewlehî û aşitiyê de bibe gaveke mezin.

Li aliyê din meseleya tecrîdê de ye ku tecrîdkirina Ocalan li Îmraliyê di heman demê de tecrîdkirina PKK’ê û gelê kurd hemûyan e.

Ji ber wê jî ev mijar ji hev nayên cudakirin. Em ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin û pergala tecrîdê bi dawî bibe têdikoşin.

Ji bo vê yekê kampanya tê birêvebirin. Xwedîderketina li vê kampanyayê wê bi xwe re hin encaman bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv