Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Artêşa Tirk wekî 2008’an di dîrokê de têkçûneke herî mezin jiya’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BERXWEDANA LI ÎMRALI DIDOME ÊDÎ BÛYE GERDÛNÎ

Endamê Komîteya rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Taybet a Televîzyona medya haberê.

Dûran Kalkan, tecrîda ku di 2021’ê de li ser Rêber Apo hat meşandin, berxwedana Îmrali û li zindanan nirxand.

Destnîşan kir ku berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê êdî bûye gerdûnî.

Tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê zêde bû, lê berxwedana li Îmraliyê jî bû gerdûnî, li cîhanê hemû belav bû.

Li hemberî sîstema tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê, berxwedana ku azadiya Rêber Apo esas digire li cîhanê derket holê.

Derbarê berxwedana gelê Kurd û dostên wan ên sala 2021’an de jî Dûran Kalkan got;

Li vê cîhanê ji bo jiyana mirovî tenê rêyek heye; ew jî têkoşîna li ser xeta Apoyî ye.

Rêyeke din nîne, me jî û her kes jî vê yekê dît ku tenê rêyek heye.

Pêvana serketina me jî; tinekirina zîhniyeta faşsît û qirker e.

Divê em jî vê yekê bi ser bixin.

Rêbertî erka xwe bi ser dixe divê em jî biser bixin.

Em bi vê îddia û baweriyê dikevin sala 2022’yan

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
LI ZINDANAN MIRIN NABE, KUŞTIN DIBE

Bi berdewamî Dûran kalkan, berxwedana li zindanan û komkujiyên ku li zindanan pêk tên jî nirxand û bibîr xist ku PKK ji zindanan bi serkeftinê bidest xist û derket.

Dûran Kalkan di vê çerçoveyê de bal kişand ser êrişên li dijî zindaniyan.

Bi şêwazeke dijminane êrişê dike, tenê ji bo ku tine bike êriş dike.

Rêber Apo jî gotibû; li Îmraliyê mirin nabe kuîtin dibe.

Ev ji bo hemû zindanan jî derbasdar e, li zindanan mirin nabe, kuştin dibe.

Ji bo ku bikuje tevî cezayên xwe qedandine jî girtiyan bernade.

Zindanî her kêliya jiyanê bi têkoşînê honandine, divê em jî piştgirî bidin wan.

Ji bo ku bigihîjin armanca xwe em ê bi hemû hêza xwe şer bikin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE LI ÇAR ALIYÊ CÎHANÊ BELAV BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bi berdewamî bal kişand ser pêngava “dem dema azadiyê ye” û got; ev pêngav li çar aliyê cîhanê belav bûye.

Em bi pêngava “dem dema azadiyê ye” ketin sala 2021’ê.

Wekî tevger bi giştî me azadiya Rêber Apo kiriye armanc û pêngavê birêve dibin.

Bi rastî jî gelê me li her qadê berxwedanên mezin raber kirin.

Mirov dikare bibêje ku temamiya salê bi çalakî û berxwedanê dewam kir.

Herkes beşdarî pêngava “dem dema azadiyê ye” bû û li çar aliyê cîhanê belav bû.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ARTÊŞA TIRK WEKÎ 2008’AN DI DÎROKÊ DE TÊKÇÛNEKE HERÎ MEZIN JIYA

Dûran Kalkan, berxwedana gerîla ya di sala 2021’ê pêşket jî nirxand.

Bibîrxist ku çawa di 2008’an de li hemberî gerîla plana taswiyeyê xistin meriyetê û bi ser neketin, di vê salê de ceribandin.

Û îfade kir ku ev plana faşîzma AKP/MHP’ê bi berxwedanê vala hat derxistin.

8 meh derbas bû, sal derbas bû, plan qediya, vala derket.

Bi vê wateyê plana AKP/MHP’ê ya bi piştgiriya Amerîka û PDK’ê, bi berxwedaneke qehremanî ya gerîla vala hat derxistin.

Li Mam Reşo, Tepê Sor, Avaşîn û Werxelê berxwedana herî mezin a dîrokî çêbû.

Di xeta fedayî ya Egîd û Zîlanan de ev berxwedan pêk hat.

Tevî van hemûyan dikarim bibêjim ku gerîla tenê ji sisiya yek hêza xwe bikar aniye.

Di 2022’yan de wê şerekî ku desthilata AKP/MHP’ê têk bibe pêş bixe.

Bi rastî jî dikarim bibêjim ku sala 2022 bibe zivistana dawî ya desthilata AKP/MHP’ê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv