Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Saziyên pêwendîdar li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in

 

LI KURDISTANÊ KOMKUJIYÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
SAZIYÊN PÊWENDÎDAR LI HIMBERÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÊDENG IN

Çekên kîmyewî ku bi pîşesaziya kîmyewî re zêde bûn, ji aliyê dewletan ve li dijî gelên bindest ên li ber xwe didin têne bikaranîn.

Ji bo pêşî li vê were girtin qanûnên navnetewî, mekanîzma û rêxistin hatin avakirin.

Lê ji ber ku ev sazî bi erka xwe ranabin bi çekên kîmyewî komkujî tên kirin.

Bi taybetî jî li Kurdistanê.

Li Kurdistanê ji sala 1920’î û vir ve bi çekên kîmyewî komkujî tên kirin.

Di salên 1920’î de li dijî berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî, Îngilizan ji balafirên şer gazên bi jehr avêtin û ji 5 heta 10 hezar Kurd qetil kirin.

Di salên 1937-1938’an de jî dewleta tirk li Dersimê bi gazên bi jehr 70 hezar mirov qetil kirin.

16’ê Adara 1988’an bi çekên kîmyewî li Helebçeyê piraniya wan jin û zarok herî kêm 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Dagirkeriya Tirk di sala 1997’an de li gel ku îmze avêtiye bin peymanên navnetewî ku ewê van çekan bi kar neyne jî li ser soza xwe nesekinî.

Komela Mafê Mirovan ÎHD’ê 26’ê Tebaxa 2011’an li ser bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk raporek weşand.

Komele dide zanîn ku di navbera 1994-2011’an de dewleta tirk 46 caran bi çekên kîmyewî êriş kirine û di encamê de 437 PKK’iyan jiyana xwe ji dest daye.

Di salên 2018-2019’an de di êrişa dijî herêma Efrînê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn, zarok jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn.

Raporên Netewên Yekbûyî jî ev êriş piştrast kirine.

Wekî din derket holê ku artêşa Tirk di êrişa li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê de jî çekên kîmyewî bi kar anîne.

Navenda Ragihandin û Parastinê ya HPG’ê 24’ê cotmehê bîlançoya şer a 6 mehan eşkere kir.

HPG’ê îşaret bi bikaranîna çekên kîmyewî a dewleta Tirk jî kir û ev agahî da:

Bi qasî me tespît kir, di nava şeş mehan de 323 caran li dijî gerîla êrişên çekên kîmyewî pêk hatin.

Lê hejmara giştî ji vê yekê qat bi qat zêdetir e.

Ji ber êrişên bi çekên kîmyewî, di serî de HPG û KCK gelek saziyên civakî yên sivîl bang li Netewên Yekbûyî û OPCWê kirin ku ‘li cihê cih lêkolînê bike’ , lê belê ev sazî hê jî bêdeng in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv