Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Konyayê doza kujerên malbata Kurd: Dadgehê 5 kesên weke bersûcê qetlîamê girtibûn berdan

 

LI KONYAYÊ DOZA KUJERÊN MALBATA KURD
DADGEHÊ 5 KESÊN WEKE BERSÛCÊ QETLÎAMÊ GIRTÎBÛN BERDAN

Li Konyayê faşîstên Tirk di 12’ê gulanê de êriş biribûn ser malbateke Kurd a bi navê Dedeogullari û 7 endamên malbatê di êrişên lînçkirinê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Dadgeha Konyayê îdîanameya ku di heqê Mehmet Altûn û endamên malbatên Keleş û Çalik, ku 7 endamên malbata Dedeogûllari bi şeklekî nijadperestane qetilkiribûn, qebûl kir.

Daraza tirk biryar da ku bi şertê edlî Velî Keleş, Ramazan Çalik, Yahya Çalik, Alî Çalik û Alî Keleş ku xizmên kujer Mehmet Altûn in werin berdan.

Li gel ku destê van kesan jî di qetilkirina ferdên malbata dedeogullarî de hebû, berdana wan bû sedemê nerazîbûnan.

Alî Keleş di 12 gulanê de tevî ferdên malbata xwe û malbata Çalik êrişî ferdên malbata Dedeogullari kiribû.

Di heqê Alî Keleş de doz li gel ku dewam jî dike, Dadgeha 4’an a Cezayê Giran ew biryara berdana wî jî berda.

Parêzerê malbata Dedeogullari, Abdurrahman Karabulut nerazîbûn nîşanî heyeta dadgehê da û got:

tevî ku îdianame serdeserde hatiye amadekirin jî heyeta mehkemê qebûl kir û biryara xwe li gorî wê da.

Tiştekî din ê sosret; tevî ku em parêzerên malbatê de em der berê naveroka îdianameyê de nehatin agahdarkirin, lê belê Ajansa dewletê Anadulu agahiyên li ser mijarê weşandin.

Parêzer Karabulut destnîşan kir ku wê li Dadgeha 5’an a Cezayên Giran a Konyayê îtiraza biryaran bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv