Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zêdetirî 10 hezar HDP’yî girtin dîsa jî bi berxwedanê pîlana wan têk çû

 

SALVEGERA DARBEYA 4’Ê MIJDARA 2016’AN
ZÊDETIRÎ 10 HEZAR HDP’YÎ GIRTIN DÎSA JÎ BI BERXWEDANÊ PÎLANA WAN TÊK ÇÛ

Faşîzma AKP-MHP’ê di çarçoveya plana çokdanînê ya Tevgera Azadiya Kurd, di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî HDP’ê dest bi tevgereke qirkirinê ya berfireh kir.

Armanc têkbirina qada siyasî ya demokratîk ya Kurd û tesfiyekirina HDP’ê bû.

Bi vê armancê bi awayekî hemwext li dijî HDP’ê dest bi tevgereke qirkirinê kir.

Tevî hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi dehan hilbijartî dîl-girtin.

Ev darbe jî roj bi roj berfireh kir.

Ji wê demê û pê ve, zêdetirî 10 hezar rêveber û endamên HDP’ê girtin.

Lê van rêveber û endamên HDP’ê, zindan veguherandin qada berxwedanê.

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê sitûya xwe xwar nekirin.

Wekî derve, li zindanê jî têkoşîna xwe meşandin.

Li derve jî, endamên HDP’ê cihên rêveberên xwe yên girtî tijî kirin.

SALVEGERA DARBEYA 4’Ê MIJDARA 2016’AN
XWEDIYÊN PÎLANA ÇOKDANÎNÊ, LI BER TÊKÇÛNÊ NE

Rojek be jî, navber nedan têkoşînê.

Bi vê yekê plana çokdanînê ya faşîzma AKP-MHP’ê têk birin.

HDP ji wê demê mezintir kirin.

Heta HDP bû aktora herî girîng ya li Tirkiyê.

Bi hilbijartinên herêmî yên 2019’an li faşîzma AKP-MHP’ê da wendakirin.

Di serî de Stenbol, Enqere, Edene û Antalya gelek bajarên mezin li AKP-MHP’ê da wendakirin.

Bi vê yekê tirsa wendakirinê xist nava dilê AKP-MHP’ê û desthilatdariya wan hejand.

Lewma jî, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi her wesîleyê HDP’ê û tevgera azadiya Kurd dike hedef.

Hêjayê bîrxistinê ye ku vê darbeya 4’ê mijdarê pêşbûniya Rêber APO rast der xist.

Rêber Apo di hevdîtina 7’ê sibata 2014’an de gotibû:

“AKP li gorî lihevkirinan tevnagere. Diviyabû girtiyên nexweş berdin, lê bernedan. Wekî rehîniyên siyasî digirin. Hûn niha wekîl in, we nagirin, lê hişyar bin, wê di demeke nêz de we jî dîl bigirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv