SALVEGERA DARBEYA 4’Ê MIJDARA 2016’AN
LI WANÊ Û AGIRÎ POLÎSAN ÊRIŞÎ GEL KIRIN
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê HDP’ê li dijî darbeya 4’ê Mijdara 2016’an çalakî li dar xistin.
Yek ji wan çalakiyan jî li Wanê pêk hat.
Girseya gel xwest li Kolana Hunerê daxuyaniyê bide.
Polîsên Tirk li vir êrişî parlementeran û gel kirin.
Dagirkeran bi êşkencekirinê gelek kes kirin binçavan.
LI WANÊ ÊRIŞA POLÎSÊN TIRK
JINA KURD: BILA HER KES Û DINYA BIBÎNE, KURD WÊ TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN
Jineke Kurd dema dihat binçavkirin û êşkencekirin ev peyam da:
“Bila her kes bibîne, dinya bibîne… Kurd wê ti carî serî netewînin”
SALVEGERA DARBEYA 4’Ê MIJDARA 2016’AN
LI WAN, AGIRÎ Û DERSIMÊ POLÎSAN ÊRIŞÎ GEL KIRIN
Tevî êrişa polîsên dagirker jî gel daxuyaniya xwe li ber avahiya HDP’a navçeya Îpekyolu da.
Parlementera HDP’ê ya Agirî Dîlan Dirayet Taşdemîr li vir axivî.
Êrişeke din a rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd li Agirî pêk hat.
Polîsên Tirk bi awayekî hovane êrişî çalakiya protestokirina darbeya 4’ê Mijdarê kirin.
Li vê derê jî 6 kesên Hevserokên HDP’a bajêr Semra Ozden û Erol Berke di nava wan de bûn bi êşkencekirinê hatin binçavkirin.
Devereke din a êrişa polîsên Tirk lê hebû Dersim bû.
Polîsan dor li avahiya HDP’ê û HDP’yiyan girtin û hewl dan dayîna daxuyaniyê asteng bikin.
SALVEGERA DARBEYA 4’Ê MIJDARA 2016’AN
“EM SOZA TÊKOŞÎNA HETA HETAYÎ JI BO AZADIYÊ DIDIN”
Tevî êrişê jî Parlementerê HDP’ê yê bajêr Alîcan Onlu li vir axivî û got, ev zilm û êriş hemû bi tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan destpêkirin.
Rêxistina HDP’a Amedê jî li Parka Hazal a li navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek da.
Hevserokê HDP’a bajêr Zeyat Ceylan li vir axivî û wiha got:
Li Mêrdînê jî girseya gel li ber avahiya HDP’a bajêr daxuyanî da.
Wekî din li Qoser, Nisêbîn, Midyad, Stewrê, Kerboranê, Mahsertê, Dêrikê û Şemrexê jî rêxistinên HDP’ê darbeya 4’ê Mijdarê bi daxuyaniyan protesto kirin.
Daxuyaniya li Şirnexê jî ji aliyê HDP’ê ve li navçeya wê Hezexê hat dayîn.
Daxuyaniya li Batmanê jî li ber avahiya HDP’ê hat dayîn.
Rêxistina HDPa Sêrtê jî tevî astengiya polîsên Tirk daxuyanî xwe da.
Li Bedlîs, Erdexan, Qers, Mûş, Riha, Semsûr, Çewlig, Colemêrg, Gever, Îdir û bajarên Tirkiyê Edene, Mêrsîn, Skenderûnê jî rêxistinên HDP’ê tevî astengî û êrişên polîsan darbeya 4’ê Mijdara 2016’an protesto kirin.