“DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ WERE VEKIRIN”
SAZIYÊN ÎTALYAYÊ JI BO RÊBER APO BANG KIRIN
Serokê şaredariya Garbatella ya Romayê û Berdevkê Tevgera Azadî ya ji bo Roma Amadeo Cîaccherî bi daxuyaniyek çapemeniyê xwest hevdîtin bi Rêber Apo re pêk bê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê em çîroka siyasî û mirovî ya serokê Kurd raxin ber çavan. Divê demildest bi li Imraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were. Em li ser mijarê pitgirî didin banga Buroya Kurditanê ya înformasyonê.
Saziyên navborî her wiha bi nameyekê ji Konseya Ewropa, CPT, Netewên Yekbûyî û Wezîrê Derwe yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell xwestin ku zextê li Tirkiyê bikin daku deriyên Îmraliyê li hevdîtinan veke.