Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li seranserî Ewrûpayê Kurdistanî ji bo Rêber Apo li qadan bûn 19.03.2021

 

ÎDIAYÊN LISER JIYANA RÊBER APO
LI SERANSERÎ EWRÛPAYÊ KURDISTANÎ JI BO RÊBER APO LI QADAN BÛN

Li paytexta Almanyayê Berlînê çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJin ji bo Rêber Apo li qadan bûn..

Ciwan li qada Leopoldplatz kom bûn û ev peyam dan:

Em jiyana bê Rêber Apo qebûl nakin, em ê çalakiyên bê navber bidomînin. Heya ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirîn Em ê her roj li cihekî bin.”

Li Almanyayê li bajarê Saarbruckenê jî li pêşiya Eûropa Galerî ji bo Rêber Apo çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bêdengiya CPT û hikûmeta Almanyayê hate şermezarkirin.

Li bajarên Fransa Strasboûrg, Bordeaux û Marsilyayê jî ciwanên kurd li qadan bûn.

Çalakiya li Strasbourgê li Stasyona Navendî ya li Bordeaux jî li qada Stalîngradê pêk hat.

Çalakiya li Marsîlyayê li pêşiya nûnertiya Netewên Yekbûyî hate kirin.

Çalakgeran der barê rewşa Rêber Apo de bi nûnerên Yekitiya Ewrûpa û Netewên Yekbûyî re jî hevdîtin çêkir.

Navnîşaneke din a çalakiyan jî Holanda bû.

Li Den Haag û Amsterdamê kurdistanî ji bo Rêber Apo li qadan bûn.

Çalakiya li Den Haagê li pêşiya Wezareta Karê Derve, ya Amsterdamê jî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk hatin lidarxistin.

Kurdên li Fînlandiyayê li paytext Helsînkiyê li hev civiyan û fikarên xwe yên li ser tenduristiya Rêber Apo bi raya giştî re parve kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv