JI KOORDÎNASYONA PAJK’Ê PEYAMA NEWROZÊ
“BI RUHÊ BERXWEDANA RÊBER APO QADÊN NEWROZÊ GEŞ BIKIN”
Koordînasyona PAJK’ê ji bo pîrozbahiyên Newroza azadiyê daxuyaniyek weşand.
PAJK’ê Newroz li Rêber Apo li şehîdên Newrozê, gelê kurd û berxwedêran pîroz kir û wiha hat gotin:
Em weke partî, kadro û milîtanên Rêber Apo, bawerî û biryardariya xwe tînin ziman em ê, mîsoger Newroza 2021’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Em bi ruhê berxwedana Garê, soza bicihanîna vê erka dîrokî didin Rêber Apo û gelê xwe.
PAJK’ê diyar kir ku Rêber Apo di tekoşîn û meşa xwe ya azadiyê de, zindîkirina çanda berxwedanê û ruhê Newrozê esas girt.
PAJK’ê îşaret bi wê yekê kir ku di proseya pêşketina têkoşîna azadiyê de ev ruhê ku Rêber Apo zindî kiriye Newrozê ji cejnekê wêdetir vegiuherandiye roja berxwedana li hemberî zilmê.
PAJK’ê serketina Garê jî bi bîr xist û wiha got:
Meşaleya agirê Newroza Rêber Apo, bi destê 15 hevrê û pêşengên berxwedana Garê, hate hildan.
ÎDIAYÊN LI SER JIYANA RÊBER APO
PAJK: DIVÊ LI DIJÎ VÊ REWŞÊ HELWESTEKE TUND WERE NÎŞANDAN
Koordînasyona PAJK’ê der barê îdiayên li ser jiyana Rêber Apo jî îşaret bi girîngiya nîşandana helwestê kir û wiha dewam kir:
Jiyan û azadiya Rêber Apo, hebûna me û ya gelê me ye.
Divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û hêzên komploger di Newrozê de, sekna berxwedêr û bi rûmet were nîşandan.
PAJK’ê îşaret bi çalakiyên 8’ê Adarê kir û xwest ew zindîbûn bi pêngava Dem Dema Azadiyê ye bibe yek û biherike qadên Newrozê û got:
Li ser vê bîr û baweriyê geşkirina ruhê Newrozê wê bibe mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.