JI GIRTIYÊN AZADIYÊ PEYAMA NEWROZÊ
“EM Ê BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ COŞA NEWROZÊ BIDOMÎNIN”
Li ser navê PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bi minasebeta Newrozê daxuyanî da.
Denîz Kaya diyar kir ku Newroz nîşaneya herî bedew a berxwedanê ye û wiha got:
Rêberê me dibeje ‘PKK partiyeke Newrozê ye. Me belasebep bi PKK’ê dest bi vê rojê nekir’.
Em ê di vê Newrozê de jî ji coşa xwe ya berxwedana li dijî faşîzmê ti carî tawîzê nedin.
Serketina ku li dijî faşîzmê li Garê hate bidestxistin, asta govenda berxwedana jinan li qadên 8’ê Adarê; Newrozê pêşwazî dike.
Em jî li zindanan coş û moralê gelê xwe bilind dikin û dibêjin ku berê me teqez li serketina pêngava me ya azadiyê ye.
Çalakiya me wê bi ruh û coşa Newrozê bi xurtî dewam bike.
Em bang li rewşenbîr, demokrat û gelên welatparêz dikin ku bi cejna Newrozê li ber faşîzmê rabin, li ber xwe bidin.