JI FERMANDARIYA YJA STARÊ PEYAMA NEWROZÊ:
“NEWROZA 2021’AN WÊ BIBE NEWROZA AZADIYÊ
Fermanariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo Cejna Newrozê daxuyaniyeke niviskî weşand.
Fermandariyê Newroz li Rêber Apo, şehîdên doza azadiyê, gelê kurd û berxwedêran pîroz kir.
YJA Starê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya bi xurtî pîrozkirina Newroza îsal û ev peyam da:
Şebekeya zext û zilmê ya AKP-MHP ku li her bihosta Kurdistanê dixwaze fermana komkujiya pêk bîne.
Li Garê fedayiyên Tevgera Azadiya Kurd nehiştin AKP-MHP mexseda xwe bibe serî û dîsa gotina dawî berxwedêran got.
Îro rastiya Imraliyê heye ku li kozikên vî şerî ‘parastina mirovê azad’ dike.
Di serî de jin, hêviya hemû gelên çewisandî Rêber Apo ye.
Her meşaleya were vêxistin wê hinekî din me nêzî Rêbertiya azad û jiyana azad bike.
Newroz cejna azadiyê ya jinan e. Her meşale li dest jinan çekeke azadiyê ye.
YJA Star li dijî jinkujiyê xwe weke hêza pêşeng a pêngava KJKê, ”Li dijî qirkirina jinê dem dema jina azad û parastina civakê ye” dibîne.
Em ê meşaleya azadiyê ya Rahşanan hilgirin, ji bo ronîkirina siberojê, em ê li serê çiyayan pêxin, em ê bibin gilokên ji êgir.
Divê jin, ciwan û gelê me jî li her derê agirê Newrozê geş bikin.