NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GERÎLAYAN BI PÎROZBAHIYA NEWROZÊ BERSIV DAN ŞERÊ TAYBET Ê DAGIRKERIYA TIRK
Li çiyayên Kurdistanê, gerîlayên azadiyê ji bo pîrozkirina Newrozê daketin meydanan.
Li hin qadan meşaleya Newrozê hildan û agir li lutkeya çiyayan pêxistin…
Li hin deveran jî weke Herêma Zagrosê bi merasîma leşkerî hat pîrozkirin.
Gerîlayên beşdarî pîrozbahiyê bûn demeke dirêj govend gerandin.