PJAK Û KODAR: NEWROZ DESTPÊKA SERHILDAN Û RAPERÎNÊ YE
‘BO AZADIYÊ PÊDIVÎ BI XEBAT Û TEKOŞÎNEKE BERDEWAM HEYE’
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo cejna Newrozê peyamek hevbeş belav kirin.
Herdu Rêxistinan cejna vejînê Newroz li her kesî pîroz kirin û ev peyam dan:
“Newroz ji bo gelê Kurd destpêka serhildanê ye. Em hêvî dikin ku sala nû bi têkoşîn û hewldana hemû aliyan bibe sala serkeftin û azadiyê, bibe sala têkbirina tecrîda li ser Rêber Apo û gelê me. Em bang herkesî dikin, bi ruhê xwedîderketina li destkeftiyên gelê kurd, xebat û têkoşîneke bê rawestan bê meşandin.”
TEV-DEM: NEWROZA ÎSAL WÊ BIBE BINGEHA AZADIYA RÊBER APO
‘DI SALA NÛ DE ARMANCA BINGEHÎN AZADKIRINA HEREMÊN DAGIRKIRÎ YE’
Ji Rojavayê Kurdistanê jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî cejan Newrozê li hemû gelê Kurdistan û Mezopotamyayê pîroz kir û hêvî kir ku Newroza îsal bibe bingeha azadiya Rêber Apo û rizgarkirina herêmên dagirkirî.
Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de wiha hate gotin:
Bi rihê Newroza 2021’an û bi rasthatina hemleya Dem Dema Azadiyê ye, em ê Newroza Îsal bikin bingeha azadiya rêber Apo. Di sala nû de emê bi berxwedana gel ji bo azadkirina heremên herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî xebateke bê rawestan bimeşînin.