ÊRIŞA FRANSAYÊ YA LI SER SAZIYÊN KURD
SAZIYÊN FRANSÎ BANG LI EWROPAYÊ KIRIN PKK’Ê JI LISTEYA TERORÊ DERXIN
Sazî û partiyên Fransî bi daxuyaniyeke hevbeş zexta Fransayê ya li ser Kurdan protesto kirin.
Di nava van saziyan de Partiya Nû ya Antîkapîtalîst, Partiya Komunîst a Fransî (PCF), Partiya Çepgir jî hene.
Di daxuyaniya hevbeş de tê bibîrxistin kurdên li Fransayê ji ber zext û zulma dewleta tirk hatine li Fransayê bi cîh bûne û doza mafê xwe di çarçoveya qanûnên vî wealtî de didomînin, lê di vê rewşê de hukumeta Fransî bi vê helewsta xwe di xizmeta siyaseta Tirkiyê de ye.
Di daxuyaniyê de behsa fedakariya kurdan ya di şerê li dijî DAIŞê de jî tê kirin û ev zexta Fransayê weke durû û xiyaneta li kurdan tê pênase kirin.
Saziyên Fransî herwiha ji bo PKK ji listeya terorê were derxisitin, bi van pirsan, bang li dewleta Fransa û liderên din yên Ewrpî kirin:
“Terorîst kî ne? Ên ku seriyan jêdikin an ên ku li hemberî wan têdikoşin û mirovan ji van kesan diparêzin?
Gelo wijdana we qebûl dike ku bi sed hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk bi sûçê ‘terorîstiyê’ di zindanê de birizin û bimirin?
Di daxuyaniya hevbeş de tê bibirxisitin ku diwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê di biryara xwe ya 15ê mijdara 2018an de beyan kiribû ku PKK weke rêxstineke terorist nikare were pênase kirin.
Di vê çarçovê de ji Fransa û welatên din yên Ewropayê hat xwestin ku di zûtirîn demê de PKKê ji listeya terorê derbixin û ji bo mafên kurdan zextê bidin ser rejima Erdogan.