Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya dîlên azadiyê di roja 121’an de dewam dike 27.03.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA DÎLÊN AZADIYA DI ROJA 121’AN DE DEWAM DIKE

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne 27’ê Mijdara 2020’an di çarçoveya kampanyeya “Dem Dema Azadiyê ye” dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva bêdem û dorveger ya dîlên azadiyê di roja xwe ya 121’an de dewam dike.

Îro koma 25’an çalakî dewr girt.

Armanca çalakiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDÊRÊN LI MEXMÛRÊ DI ROJA 100’Î DE YE

Şêniyên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji 18’ê Kanûnê ve bi çalakiya greva birçîbûnê tevlî kampanya “Dem Dema Azadiyê ye” bûne.

Çalakiya ku bi pêşengiya Meslîsa Îştar a jinan tê revebirin di roja 100’î de ye.

Şêniyên wargeha serdana çalakgeran dikin û piştgiriya xwe ji wan re raber dikin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI YÛNANISTANÊ 83 ROJ LI PÊY XWE HIŞT

Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî bi heman armancî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya li kampê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tê rêvebirin.

Çalakî di roja xwe ya 83’an de dewam dike.

Çalakgerên tevlî grevê bûne peyama mezinkirina berxwedanê didin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv