Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Cengîz Yureklî: Li Îmraliyê bi tecrîdê dixwazin her 4 girtiyan ruhî û bedenî têkbibin 27.03.2021

 

PARÊZER CENGÎZ YUREKLÎ REWŞA ÎMRALIYÊ NIRXAND
‘LI ÎMRALÎ’YÊ BI TECRÎDÊ DIXWAZIN HER 4 GIRTIYAN RUHÎ Û BEDENÎ TÊKBIBIN’

Parêzer Cengîz Yureklî derheqê axaftina bi têlefonê ya bi rêber APO re da xuya kirin dewleta trik ev 22 salin, li Imraliyê bi ti awayî huquqê pêk nayne û rewşa li Imraliyê bi van gotinan şîrove kir:

“Tirkiye li Îmraliyê berovajiyê destûra bingehîn û li dijî peymanên navneteweyî tevdigire. Li Ewropa û cîhanê tiştekî mîna vê tine. Ne mimkûne ku ev yek bê qebûlkirin. Maf û azadî divê ti demê nebe mijara şantajê. Tecrîdeke mutlaq a 22 salî heye.”

Parêzer Yureklî rewşa psikolojik û exlaqî ya li Îmraliyê vi van gotinan tehrîf kir:

“Li girtîgeha Îmralî 4 kes di nava mercên hucreyê de dijîn, bi cihana derve ve ti têkiliyên wan tine, ti normên civaka exlaqî vê yekê qebûl nake. Heta ku ne mimkune ku hişê mirovan vê ragire. Dixwazin bi ruhî û bedenî wan birizînin”

Parêzer Yureklî xwest ku di çarçoveya qanûnan de ew weke parzer karibin biçin Îmraliyê û hevdîtineke rûbirû pêk bînin.

Parêzer buroya Huquqê ya sedsalê bang li raya giştî û rewşenbîran kir ku di vê mijarê de dengê xwe bilindtir bikin û wiha axivî:

“Vê vekirî dibêjim; heta ku sîstema der hiqûqî ya li Îmarlî hebe, li Tirkiyeyê ti mirovek nikare azad bijî. Dema ku zilm li ser Kurdan hebe, yên din nikarin azadî, kêfxweş û aram bijîn.”

Derheqê tendurustiya rêber APo de jî Cengîz Yureklî got ti agahiyek di destê wan de nîne û wiha axivî:

“Hevdîtina bi têlefonê hate kirin jî, ne li gorî hiqûqê ye, ji bo kêmkirina nerazîbûnên di nava civakê de bû. Di ser de jî telefon di nîv de qût bû. Em weke parêzer dixwazin biçin Imraliyê û derheqê 4 muvekilên xwe de agahiyan bigirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv