Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya NPG: Xeta fermandar Egîd misogeriya serkeftinê ye 27.03.2021

 

“HEFTEYA LEHENGIYÊ”
FERMANDARIYA NGP: GERÎLLA LI SER ŞOPA FERMANDAR EGÎD IN

Bi rasthatina Hefteya Lehengiyê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek da..

Fermandariyê têkoşîna çekdarî ya 35 salên derbasbûyî bi bîr xist û wiha dewam kir:

Di pêvajoya derbasbûyî de eşkere bû ku yekane rêya azadiya gelan têkoşîn e. Gelên li hebûna xwe xwedî derketine bi dayîna berdên mezin û bi berxwedana lehengên ku bi navê wan bûne destan, serkeftin bidest xistine.

Gelê Kurdistanê ku yek ji gelên herî dêrîn ê mirovahiyê ye, weke encama polîtîkaya mêtingerî, zilmê û zextê hatibû ber qonaxa nemanê.

Lê bi saya têkoşîna Rêber Apo û berxwedana lehengan, hebûna Kurdan hate parastin.

Ev pêvajoya ku bi destayên Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz biryardariya serkeftinê nîşan da, bû misogeriya azadiyê.

Û di dîroka nûjen a gelê kurdistanê de rojên di navbera 21 û 28’ê Adarê de weke “Hefteya Lehengiyê” hatiye binavkirin.

“HEFTEYA LEHENGIYÊ”
FERMANDARIYA NGP: XETA FERMANDAR EGÎD, MISOGERIYA SERKEFTINÊ YE

Fermandariya diyar kir ku çirûska berxwedanê ya ji aliyê Mazlum Dogan ve hate destpêkirin, 15’ê Tebaxa 1984’an bi fermandariyê Mahsum Korkmaz-Egîd rê li ber avakirina artêşa gerîllayên azadiya Kurdistanê vekir û wiha got:

Bêguman, helwesta bi disîplîn, wêrekî û biryardarî ya li ser xeta fermadarê mezin Egîd, rêya serkeftinê nîşanî me da. Ev lehengiya hevrê Egîd gelê Kurdistanê yê li ber nemanê bû, ji tinebûnê rakir. Li Kurdistanê rastiya civaka ku ji bo azadiya xwe şer bike afirand.

Beriya 35 salan şehdate fermandarê mezin ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê têkoşîna xwedîderketina li nirxên mirovî pêş xist, ji bo gelê Kurdistanê windahiyeke mezin bû.

Partiya me PKK ku her xeleke şehadetê ya girîng veguherande pêngavên dîrokî, şehadeta fermandarê Egîd li Kurdistanê kir hîmê artêşbûyîna gerîla.

Fermandar Egîd sembola israra pêxistina gerîllatiyê û biryardariya serkeftinê bû.

Di vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna azadiyê de, eşkere ye ku ji her demê zêdetir, pêwîstiya me bi Egîdbûyînê heye.

Ji ber vê her gerîlayek Kurdistanê li hemberî her cûreyên êrişan xwe weke fedaî dibîne û ji bo azadiya Rêber Apo amadeye her tiştî bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv