LI FRANSA ÊRIŞA LI DIJÎ KURDAN
JI 13 KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN, 7 KES HATIN GIRTIN
Hukûmeta Fransa 23’ê Adarê bi awayeke hemwext avûtibûn ser gelek sazî û malên Kurdistaniyan.
Yek ji hedefên Polîsan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bû.
Di van serdegirtinan de li Marsîlya, Parîs û Dragunyanê 13 kes hatibûn binçavkirin.
Piştî lêpirsînê 4 kes bi şertê kontrolê hatin berdan, lê 9 ji wan jî derxistin dadgehê.
Îro ji wan 7 kes hatin girtin.
LI FRANSA ÊRIŞA LI DIJÎ KURDAN
KURDÊN LI MARSÎLYAYÊ LI QADAN BÛN
Ev bi rojan e Kurdên li Fransayê li hemberî van pêkanînên ku kurdan weke suçdar nişan didin li ser piyan e.
Îro li Marsîlyayê xwepêşandanek mezin hat lidarxistin.
Kurdistaniyan bang li hukûmeta Fransayê kir li ser daxwaza Tirkiyê dev ji pêkanîn û êrişên li dijî Kurdan berde.
Kurd di wê baweriyê de ne ku Fransayê bi taybetî piştî hevdîtina Erdogan û Macron ya meha adarê zextên xwe li ser kurdan zêde kirin.