PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
SAZÎ Û RÊXISTINÊN KURDAN: LI EWRUPAYÊ HEMLEYA “HER DER AVAŞÎN, METÎNA Û ZAP E” RAGIHANDIN
Di Çarçova Pêngava “Dem Dema Azadiyê de” Sazî û Rêxistinê kurdan li Ewrupayê bi Hemleya “Her der Avaşîn, Metînan û Zap e” seferberî ragihandin.
Hemle bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewrûpayê, li bajarê Kolen yê Elmanyayê bi daxuyaniyekê hat ragihandin.
Bi dehan saziyên kurdan ji her 4 beşên kurdistanê amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, li sernavê Sazî û rêxistinan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat gotin ku li dijî dagirkeriyê wê li seran serî Ewrupayê Çalî bên li darxistin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
TJK-EWRÛPA: 12’Ê GULANÊ LI SERANSERÎ EWRÛPAYÊ ÇALAKÎ PÊK TÊN
Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê jî wê 12ê Gulanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakî pêk bên.
Tevgerê ragihan ku çalakî wê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bên li darxistin.
Em weke Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê; di serî de jin û ciwanên Kurd em bang raya giştî ya demokratîk, hêzên femînîst dikin ku dakevin qadan.