Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nerazîbûnên cîhanî li dijî biryara girtina 5 rojnamegeran ji aliyê PDK’ê ve zêde dibin

 

GIRTINA 5 ROJNAMEGERAN JI ALIYÊ PDK’Ê VE
NERAZÎBÛNÊN CÎHANÎ LI DIJÎ BIRYARA CEZAKIRINÊ ZÊDE DIBE

Li Başûrê Kurdistanê û bi taybet herêmên di bin kontrola PDK’ê de, zexta li hemberî rojnamegeran di rojeva saziyên navneteweyî de ye.

16’ê Sibatê dadgeha Hewlêrê cezayê 6 sal zindanê li dijî rojnamegerên herêma Behdînanê erê kir.

Û di encamê de rojnameger Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Ayaz Kerem û Şivan Seîd vê gavê di zindanê de ne.

Rêveberiya PDK’ê îdîa dike ku rojnameger agahiyên veşartî dane sefaretên Amerîka û Almanyayê.

Her wiha dibêje, ev rojnameger piştgiriyê didin PKK’ê.

Her çendî PDK’ê vê helwesta xwe weke biryara hukûmeta herêmê nîşan dide jî lê heta niha ji bilî wê ti hêzeke Başûrî li hemberî rojnamegerên girtî nebûye xwedî îdîayên mijara gotinê.

Lewma hem raya giştî ya Başûr û hem jî saziyên cîhanê baweriya xwe bi îdîayên PDK’ê nayînin û li dijî girtina rojnamegeran nerazî ne.

Rêxistina Efû ya Navnetweyê bi daxuyaniyekê girtina rojnamegeran şermezar kir.

Di daxuyaniyê de zext û êrişa li dijî xebatkarên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê têne bibîrxistin.

Her wiha behsa êşkenceya ku li nava zindanan li 5 rojnamegerên girtî hatiye kirin jî dike û ev agahî parve kirin:

Li gorî belgeyên li ber destên me, her 5 rojnameger di hucreyên giran de têne girtin. Cihê wan ê razan û tevgerê tine ye.

Rêxistina Efû yê di daxuyaniya xwe de sûcdarkirina rojnamegeran weke bê bextî binav dike û ji rayedarên hukûmeta Başûr dixwaze ku heta berdana wan ewlehiya jiyana wan misoger bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv