Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demîrtaş: Çiqes operasyon ewqes îhale, dizî û gendelî

 

NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
ÇIQAS OPERASYON EWQAS ÎHALE, DIZÎ Û GENDELÎ

Bi navê millet û welat tevahiya muxalefetê bêdeng dikin. Bi navê şer pereyên wenda, dizî û gendeliyan dinixumînin. Hewce nake ku em dewlemendên AKP-MHP’ê ji nêz ve bişopînin. Ji salvegera qirkirina Ermeniyan û vir ve her roj û her saet çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Daristan şewitandin. Tevî ewqas teknîkê jî nekarîbûn têkevin qadên parastina Medya û ji ber vê yekê gazên jahrê bi kar anîn.

Li aliyekî ev diqewime û mirov ji bo çi dipirse desthilatdariya AKP-MHP’ê çi vedişêre ?

Dixwazin vê rewşê normalîze bikin;

Mesela dibêjin qirkirina Ermeniyan tineye û bi vî rengî qirkirina Ermeniyan normalîze dikin. Yek ji sedema înkara wan jî ewe ku hê jî qirkirina Kurdan didomînin.

Wekî din bi navê terorê qirkirina Kurdan asayî dikin. Ji ber ku berxwedan heye nikarin vê yekê bi ser xînin. Çi kesê dibêje teror ew hevkarê sûcê qirkirinê ye.

Ji bilî wê korona wekî bahane ji bo faşîzma xwe bi kar tînin.

Operasyonên di nava artêşê de jî normalîze kirine. Her rojê bi dehan payebilindên artêşê digrin. Artêşeke ku baweriya wan pê tineye qirkirinê dimeşînin.

Garê ne bes bû, vê carê jî Metîna, Avaşîn û Zapê hatin felaketê. Cengawerên xabûrê û bazên zagrosê derbên giran li wan dixin. Nema zanin wê çi bikin. Li pey xwe dehan cenazeyên eskeran hiştine û têk diçin.

Çiqas operasyon ewqasî îhale, dizî û gendelî ye. Riya wê hatiye dîtin. Ji bo civaka Tirkiyê lê nepirse her tiştî dikin.

Ji bo ku AKP-MHP li desthilatdariyê bimînin divê esker operasyonan bike. Şer ji bo vê yekê ye û normalîze dikin. Rewşa asayî ya faşîzmê qirkirine, lewma ji Kurdên rûmet re riya berxwedanê heye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de jî li ser êrişên dagirkeriyê wiha gotibû; Gerîla li ber xwe dide, lê divê berxwedan ne tenê li ser gerîla be. Divê gel jî di asta herî jor de xwedî li vê berxwedanê derkeve. Divê gel bi xwe li ber xwe bide. Ji ber vê bangê jî Erdogan biryara tam girtinê wergirt.

Balkêşe ku beriya 1’ê Gulanê ev biryar hat dayîn. Tu dibêje qey di kongreyên AKP-MHP’ê de vîrus tine bû.

Ji rabûna gel ditirsin, lewma divê mirov guh nede qedexeyan û mafê serhildanê bi kar bîne.

Ev mafekî jiyanê ye li dijî faşîzmê. Ji ber vê yekê jiyana normal mirovan dikuje.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv