Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: Şehadet çêdibin ji ber ku têkoşîna di oxira azadiyê de dewam dike

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
“EZ DI ŞEXSÊ HAKÎ KARER DE HEMÛ ŞEHÎDÊN ME BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIM”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di Bernama Taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxandin.

Duran Kalkan destpêkê Şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û destnîşan kir ku PKK’ê di konsefrans xwe ya yekem de 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan îlan kiriye:

Ez despêkê di salvegera 44’an a şehadeta Hakî Karer de wî bi rêzdarî bi bîr tînim.

Em di sala 45’an a Meha Şehîdan de ne.

Di meha gulanê bi rastî jî bi xwîna şehîdan hatiye avdan.

Ji ber wê hêj di konfransa yekem de PKK’ê 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan îlan kir.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
“DERKETINA RÊBERTIYÊ JÎ LI SER ESASÊN XWEDÎDERKETINA ŞEHÎDAN ÇÊBÛ”

Duran Kalkan destnîşan kir ku rastiya Rêbertiyê û şehîdan bi hev ve girêdayî ne.

Der barê xwedîderetina Rêber Apo li şehîdan û watedayîna şehadetê jî ev nirxandin kir:

Em di pêvajoyeke girîng a têkoşînê de ne.

Pêvajoya heyî encax bi rast fêmkirina rastiya Rêbertiyê û şehîdan mimkûn e.

Bi terzê Apocîtiyê divê kêlî bi kêlî ev rastî were pratîkkirin.

Rêber Apo bi danîna bîrdoziya PKK’ê xwedî li mîrateya Denîz û Mahîran derket.

Heta Rêber Apo ji bo vê yekê got, Bûyîna Yekem a Rêbertiyê.

Yanî bi xwedîderketina şehîdan Bûyîna Rêbertiyê jî pêk hat.

Rêber Apo got; ez berdevkiya şehîdan dikim.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN
“ŞEHADET ÇÊDIBIN JI BER KU TÊKOŞÎNA DI OXIRA AZADIYÊ DE DEWAM DIKE”

Duran Kalkan bal kişand ser li dijî êrişan dewamkirina têkoşîna di oxiara azadiyê de û ev nirxandin kirin:

Şehadet dewam dikin. Ji ber ku têkoşîn dewam dike.

Ev delîl û ispata wê yekê ye ku meşa li ser xeta Rêbertî û şehîdan dewam dike.

Di sala 45’an a Meha Şehîdan de jî her roj şehadet çêdibin.

Xort û keçên fedayî yên gelê kurd di eniyên şer de bi lehengî şer dikin.

Bêyî ku ji bedeldayînê bitrsin têkoşîn û meşa xwe didomînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di nirxandinên xwe de der barê kesateyet û têkoşêriya Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Sînan Dersim û Fermandarê Eyaleta Mêrdînê Hewram Avyer nirxandinan kir û diyar kir ku şoreşgeriya rast xeta şehîdan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv