ŞANAZ ÎBRAHÎM EHMED:
JI BER BERJEWENDIYÊN TAYBET Û PEYMANA 50 SALÎ ZIMANÊ XWE JÊ KIRINE
Berpirsa Navenda Têkiliyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta tirk da.
Şanaz Îbrahîm diyar kir ku çavgirtin û bêdengiya hikumetên Herêma Kurdistan û Iraqê beramberî êrişên dijminane yên dewleta Tirk cihê pirs û fikarê ne.
Rêvebira YNK’ê di peyama xwe de destnîşan kir ku bambebarankirina heremên sivîlan zirarek mezin dide xelkê herêmê û metirsiyekî mezin li ser jiyana welatiyan çêdike.
Şanaz Îbrahîm destnîşan kir ku ev êriş di heman demê de hem binpêkirina serweriya xaka Iraqê û herêma Kurdistanê, hem jî li dijî pîvanên cîrantî û qanûnên navdewletî û nirxên mirovahiyê ne.
Şanaz Îbrahîm Ehmed di beşeke din a peyama xwe de wekî din wiha dibêje:
“Ez ê behsa bêhelwestî û bêdengiya berpirsên Herêmê nekim.
Ji ber ku dizanim wan zimanê xwe ji ber berjewendiyên taybet û peymana 50 salî jê kirine.”