Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gundiyên Pêncwên: ‘Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin’

 

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
GUNDIYÊN PÊNCEWÊN: EM Ê TI CARÎ DEST JI XAKA XWE BERNEDIN

Dewleta Tirk 24’ê vê mehê bi balafirên şer navenda Pêncwên û gundên Şarbajêr bombe kirin.

Zerareke zêde li welatiyan bû.

Lê heta niha ne rayedarên Herêmê ne jî yên Iraqê li dijî êrişan ti helwest û daxuyaniyek nedane.

Li dijî vê bêdengiya nerazîbûneke zêde ya xelkê herêmê heye…

Cotkarê bi navê Hadî yê ji herêma Pêncewên dema êrîş pêk hat di nava zêvîyên xwe de kar dikir.

Hadî wiha qala êrişê dike.

Cotkar Hadî dibêje dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyan e.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
PÊKHATEYÊN TIL TEMIRÊ: ERÎŞÊN DEWLETA TIRK BERDEWAMA ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê NE

Êrişên dewleta tirk di demên dawî de ne tenê li Başûrê welêt li Rojava jî zêde bûne.

Pêkhateyên Til Temirê jî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.

Daxuyanî li Çerxerêya Kehrebeyê ji aliyê serokê Meclisa Gelê Asûrî ya herêma Cizîrê Ilyas Enter Ilyas ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Dewleta Tirk niha rola DAÎŞ’ê li dijî gelê me dilîze..

Tişta ku çeteyên DAÎŞ’ê temam nekir, ew bi xwe dixwaze bibe serî.

Li dijî van kiryar û êrîşan em ê heta dawî têbikoşin û tu carî axa xwe neterikînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv