Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk daristanên Şirnex û Dersimê dişewitîne

 

 

DAGIRKER DARISTANAN DIŞEWITÎNIN
LI ŞIRNEX Û DERSIMÊ DAGIRKERAN AGIR BI DARISTANAN XIST

Dagirkeriya tirk li gel êrişên qirkirina fizîkî êrişî xwezaya Kurdistanê jî dike.

Li Şirnex û Dersimê eskerên dagirker agir bi daristanan xistine.

Şewata li Şirnexê li herêma Bestayê ye û şewat dewam dike.

Li gundê Mêhrîna yê ku dikeve herêma Bestayê şewat berbelav dibe.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin şewat di encama bombebarana balafirên leşkerî de derketiye.

Rayedarên dagirkeriya tirk nahêlin kes şewatê vemirîne.

Şewata ku eskerên dagirker li navça Dersim Xozat û Qislê derxistine jî dewam dikin.

Ev serê 2 rojan e li Pulurê jî agir bi qadên daristanê ketiye.

Der barê şewata li navçeyên Dersimê de Federasyona Komeleyên Dersimê DEDEF’ê jî daxuyaniyek da.

Federasyonê destnîşan kir ku ev serê 10 rojan e şewata li Xozatê dewam dike, li Qisleyê jî agir bi daristanan ketiye.

Li du cihên cuda yên qadên daristanî yên Pulurê jî agir girtiye dar û deviyan.

Federasyonê ev şewat weke êrişa li dijî çand û xwezaya Dersimê bi nav kir û got:

Hûn ji xwezaya Dersimê çi dixwazin?

Waliyê dagirker ê Dêrsimê jî der barê şewatê de daxuyaniyeke da ku di esasê xwe de pê li xwe mikur hat.

Walîtiyê di daxuyaniyê de îdia kir ku ji ber “çûnehatina li herêmê tuneye” mudaxileyî şewatê nakin.

Hêjayî bibîrxistinê ye eskerên dagirker piştî êrişên xwe yên 18’ê tebaxê agir berdabûn daristanên Xozatê.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv