Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera şehadeta Kemal Pîr

 

SALVEGERA ŞEHADETA KEMAL PÎR
TEVÎ CEMÎL BAYIK Û MURAT KARAYILAN, GELEK KES RÊXISTIN KIRIN

Kemal Pîr ji herêma Behra Reş a Tirkiyê bû û li Enqerê Rêber Apo nas dike.

Bi naskirina Rêber Apo di nava koma şoreşgerên Kurd ên wekî Koma APOYÎ tê zanîn de cih digire.

Bi têgihiştina xwe ya çepgir û şoreşger dibe yek ji pêşengên destpêkê yên PKK’ê.

Kemal Pîr di serî de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan, gelek kesan rêxistin dike û bi Rêber APO û PKK’ê dide nasîn.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegerê bi van gotinan qala Kemal Pîr dike:

Dema min Kemal Pîr nas kir li Zanîngeha Enqerê şagirt bûm.

Wê demê ne APOYÎ, lê şoreşger bûm.

Kemal Pîr ez bi Rêber Apo û koma Apoyî dam nasîn.

Di jiyana min û PKK’yî bûyina min de, Kemal Pîr xwedî kedeke mezin e.

Yek ji kesekê ku Kemal Pîr rêxistin kiriye jî Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan e.

Murat Karayilan bi van gotinan qala xwe ya nasîna Kemal Pîr dike:

Kemal Pîr di sala 1976’an de hatibû komeleyeke li Bîrecûk a Rihayê.

Li komeleyê nîqaşeke hebû. Nunerê Çepa Tirkan qala pêwistiya rêxistiniya bi hev re dikir.

Lê belê hevalê Kemal Pîr bersiveke wiha da. Pêwistiya gelê Kurd nîne, li benda şoreşa Tirkiyê be.

Hebûn û azadiya gelê Kurd ya bi mêtîngeriyê re rû bi rû ye, bi Artêşbûniya Rizgariyê ya Gelê Kurdistanê mumkun e”.

Murat Karayilan dibêje ku vê axaftina Kemal Pîr bandoreke mezin li wî kiriye û ji wê deqe û şûnde bûye hezkirê PKK’ê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv