Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: ‘Girtiyên nexweş weke rehîne digrin, ev bêexlaqî ye’

 

GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ KIRIN’
RÊBER APO: GIRTIYÊN NEXWEŞ WEKE REHÎNE DIGIRIN, EV BÊEXLAQÎ YE

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên şer de li zindanan jî zilma xwe dijwar dike.

Zindanên rejîma tirk ji bo girtiyên nexweş veguherîne malên kuştinê.

Li gorî daneyên saziyên mafê mirovan li girtigehan hezar û 605 girtiyên nexweş hene û rewşa 604 ji wan jî giran e.

Komela Mafê Mirovan dide zanîn ku di 3 mehên pêşî yên îsal de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Rêber Apo di hevdîtina 3’yê nîsana 2013’an de ji Heyeta Îmraliyê re wiha digot:

Name ji min re tên. Li Şakranê û Tekîrdagê peywirdarên dixwazin pêvajoyê qetl bikin hene. Jixwe çarçova qanûnî pêk hat. Divê di mijara girtiyên nexweş de Wezîrê Dadê gelek bi lez tevbigere.

Di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an de Rêber Apo ji bo derbasî asta duyemîn bibin mûtabakateke ji 8 serenavan pêk tê pêşkeşî şandeya dewletê kir.

Digot, ji bo pêkhatina mutebeqetê;

Divê girtiyên nexweş bi lez bên berdan. Me çawa kesên di destê xwe de berdan divê wezîr jî erênî nêzîk bibe

Rêber Apo di hevdîtina 21’ê Tîrmeha 2013’an de jî ev pirs diki:

Bêjin wezîr jixwe qanûn heye. Çima nahêlin bêhna xwe ya dawî li derve bidin?

Di hevdîtina 17’ê Tebaxa 2013’an de ligel şandeyê jê re ragihand ku têkildarî girtiyên nexweş de tu geşedan nînin wiha digot:

Ev çi dikin, fêm nakim. Dê cenazeyê hemûyan ji hûndir derxin. Şaşiyên mezin dikin.

Di hevdîtina 9’ê Mîjdara 2013’an de pêk hat jî Rêber Apo nerazîbûna xwe wiha dianî ziman:

Bernedana girtiyên nexweş û parlementeran tam provokasyonek e. Ji Wezîrê Dadê re jî bêjin, em dema rojiyên mirinê jî axivî bûn. Ev provokasyonek e. Divê di vê mijarê de gav bên avêtin û sozên dane bi cih bînin.

Li gel ku di ser hevdîtinan re salek derbas bûbû jî dewletê ti gav neavêtin.

Rêber Apo di hevdîtinan 7’ê sibara 2014’an de wiha digot:

Divê di serî de girtiyên nexweş hatibûna berdan. Dema min çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir diviya ev kiribûna. Me eskerên dîl ên di destê me de jî berdan lê wan girtiyên nexweş bernedan. Ev bê exlaqî ye

Rêber Apo di hevdîtinên piştî vê de jî timî rewşa girtiyên nexweş anî rojevê û xwest serbest werin berdan.

Li gel ku di hevdîtinan de soz hatin dayîn jî dewletê soza xwe bi cih neanî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv