ÇALAKIYA NOBETA “EDALETÊ” 183 ROJ LI PEY XWE HIŞT
EMÎNE ŞENYAŞAR: LI VÊ DINYAYÊ Û DINYAYA DIN WÊ DESTÊ MIN DI QIRIKA WAN DE BE
Di hezîrana 2018’an de, li navçeya Pirsûs a Rihayê, xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, êrişî malbata Şenyaşar kirin û hovîtiyeke mezin pêk anîn.
Bav Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar bi awayekî hovene hatin kuştin.
Fadil Şenyaşar ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jî pişt re girtin û kirin girtîgehê.
Derbarê êrişkaran de dozeke ji rêzê vebû û wekî sûcdar jî malbata Şenyaşar hat dîtin.
Fadil Şenyaşar jî ji roja hatiye girtin di hucreyê de tê ragirtin.
Li dijî vê bê edaletiyê Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji 9’ê adara 2021’an ve, li ber Dadgeriya Rihayê, bi daxaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de ne.
Çalakiya “Nobeta Edaletê” 183 roj li pêy xwe hiştin.
Malbat her sibe berê xwe dide ber dadgeriya Rihayê û li noqteya ku weke, “Quncika Edaletê” tê binav kirin dest bi çalakiya xwe dikin.
Rewşa Emine Şenyaşar her diçe xerab dibe lê tevî vê jî bi biryar e.
Malbetê li ser hesabê xwe yê medya tijîtal jî ev peyam parve kirin;
“Ev 3 sal in hûn bi bahaneyên pûç me asteng dikin. Kesê ku komkujî kirine û yên kujer parastine wê hesabê bidin.”