SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê XEBAT ANDOK JI RADYOYA DENGÊ WELAT RE AXIVÎ
Endamê Konseya Rêveber a KCK”ê Xebat Andok têkildarî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, ji Radyoya Dengê Welat re axivî.
Xebat Andok ê komplo û têkoşîna li dijî komplogeran bi berfirehî nirxand.
Andok destnîşan kir, ku hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber Apo, du wezîfe danîbûn pêşiya şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan.
Jê re gotin “heke hûn li Rojhilata Navîn Îslameke nerm pêş bixin, em ê tevahiya herêmê li gorî dewleta Tirk dîzayn bikin.”
A duyemîn jî gotin “ji bo PKK nikaribe rê li ber vê pîlanê bigire, wê koka wê û Kurdên azadîxwaz bê qelandin.”
Di rewşa heyî de Erdogan di her du rolên xwe de jî bi serneket.
Ji ber vê yekê nakokî di navbera dewleta Tirk û hêzên navneteweyî de heye.
SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
XEBAT ANDOK: JI BO AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO TÊKOŞÎNEKE MEZINTIR HEWCE YE
Xebat Andok got: ”PKK’ya ku xwestin tine bikin îro bûye tevgera gelan û ji dema komployê xurttir bûye.
Li gelek deveran çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi xurtî didomin.
Rêber Apo tenê fizîkî ne azad e, wekî din bi ruh û mêjiyê xwe temamî azad e.
Heke ne wisa bûya, wê heta niha li wir bihata tasfiyekirin.
Dijmin jî ji bo peyveke Rêbertiyê dernekeve derve, her tiştî dike.
Divê em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîneke zêdetir bikin.
Pêwîstiya tevahiya mirovahiyê bi Rêbertiyê heye.